Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê li hemberî diravên cîhanî berdewam e

09-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîreyê Tirkiyê, tevî ku ji ber destkariyên di sûd û bacê de bi awayekî demkî nirxê xwe piçekî bilind kiribû lê vê hefteyê bi berdewamî dadikeve.

Medyaya Tirkiyê radigihîne ku lîreyê Tirkiyê roj bi roj nirxê xwe li hemberî diravên biyanî jidest dide û bi berdewamî dadikeve.

Îro li gel vekirina borseyan, nirxê her dolarekî Amerîkî gihîşt 7.94 lîreyan. Her wiha nirxê her Euroyekê jî gihîşt 9.35 lîreyan. Ev yek jî di demekê de ye ku roja Çarşemê nirxê her dolarekî Amerîkî 7.86 lîre bû.

Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê di demekê de ye ku Tirkiyê dest bi ceribandina mûşekên S-400 kiriye. Pisporên aboriyê jî dibêjin, li gorî çavdêriya wan, dê lîreyê Tirkiyê zêdetir nirxê xwe jidest bide.

Herwiha li gora rapora Banka Navendî ya Almanya sedema daketina nirxê lîreyê Tirkiyê siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst