Ewropa: Krîza enerjiyê her ku diçe mezintir dibe

09-09-2022
RÛDAW
Ewropa: Krîza enerjiyê her ku diçe mezintir dibe
Ewropa: Krîza enerjiyê her ku diçe mezintir dibe
Nîşan Ewropa Rûsya Enerjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Vienna ya paytexta Awusturyayê weke hemû welatên Ewropayê ji ber krîza enerjiyê kafeterya neçar in çirayên xwe kêm bikin û bihayê vexwarinan jî zêde bikin, hikûmet jî plan dike nêzîkî 4 milyar euroyan ji bo sektora enerjiyê terxan bike. Ewropa li hemberî vê krîzê Rûsyayê berpirs dibîne ji ber ku %40ê enerjiya wê ji Rûsyayê dihat peydakirin.

Xwediyê cafeyê Genser Hawelka anî ziman, “Nirxên me hinek zêdebûne. Em neçar bûn bo her kupekê qehweyê 20 heta 30 cent zêde bikin.”

Hikûmeta wî welatî plan dike 3 heta 4 milyar euro bo sektora enerjiyê terxan bike daku bargiraniya  li ser milên xelkê kêm bike.

Krîza enerjiyê piraniya Ewropayê li xwe girtiye. Hemû jî Rûsyayê weke berpirs dibînin.  ji ber ku Ewropa bo dabînkirina gaza xwe  bi rêjeya ji  40,  pişta xwe bi Rûsyayê ve girêdide lê ji destpêka îsal ve Rûsyayê rêjeya ji sedî 48ê hinardeya gaza xwe biriye.

Nord Stream Yekê di sala 2021an de ji sedî 35ê gaza Ewropayê ji Rûsyayê dabîn dikir û ji sedî 15ê tevahiya gaza hawirdekirî ya Ewropayê pêk dianî.

Hefteya derbasbûyî Gazpromê ragihand, dê bi temamî Nord Stream 1ê bigire. Sedema wê jî bo pisgirêkeke di turbineke wê de vegerand.

Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn got, “Turbinekê bidin me da ku em sibe Nord Stream 1 bidin xebitandin. Ew dibêjin qaşo em gazê weke çek bikartînin. Çeka çi? Wan bi xwe hemû tiştek kirine û niha nizanin çi lê bikin. Wan bi destên xwe xwe xistin nav vê xitimînê. Ew ne em bûn ku me ceza ferzkirine.”

Li Brîtanyayê ku enflasyona wê gihiştiye ji sedî 10.1 tê çaverêkirin ku heta meha bê, nirxê gaz û elektirîkê ji sedî 80 bilind bibe. Niha her malbatek bo her mehê 399 dolar baca enerjiyê dide lê serokwezîra wan a nû soza cîbicîkirina planekê dide wan ku wiha dike mehane bêhtirî 240 dolaran nedin gaz û elektirîkê.

Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss anî ziman, “Ev garantî ku bi awayekî demkî bacê li ser çavkaniyên berdana karbonê kêm dike, tê wê wateyê ku ji yekê Cotmehê ve her malek kêmtir ji 2 hezar û 500 pound dide heta em ji di dû salên bê de bazara enerjiyê dixin ser rêya wê.”

Kêmtir ji dû heftiyan piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Yekitiya Ewropayê ragihand, heta meha Mijdarê depoyên gaza Ewropayê bi rêjeya ji sedî 85 tije dikin.

Niha li gor amarên wê yekitiyê, ji sedî 80ê depoyan tije bûne, lê hêj jî ev yek nebûye cihê revandina xem û nîgeraniyên Ewropiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst