Bîlal Wehab: Amerîkayê bawerî bo kerta enerjiya Herêma Kurdistanê vegerand

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê Peymangeha Washingtonê Bîlal Wehab dibêje, deyndayîna saziyeke hîkûmeta Amerîkayê bo kompanyaya li Herêma Kurdistanê kar dike, vegerandina baweriyê ye bo sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê.

Dana Gass û şîrîkên xwe hewl didin berhemanîna rojane ya li kêlgeha gazê ya Kormor a li navçeya Çemçemal ku niha 440 milyon sêca ye, derxînin 630 milyon sêca. Dana Gas ji bo heta sala 2023ê projeyê cîbicî bike ji Saziya Geşedana Fînansî ya Navdewletî ya Amerîkayê (DFC) 250 milyon deyn werdigre. Dana Gas û DFC derbarê wergirtina deynê 250 milyon dolar ku dê li projeya berhemanîna gazê ya Kormorê bê serfkirin rêkeftinek îmze kirin.

Dana Gas û Crescent Petroleum ragihandin, DFC dê bo 7 salan piştgiriya fînansî bide projeya geşedana gazê ya li kêlgeha Kormorê bike. Rêvebirê Dana Gas Mecîd Cafer dibêje, rêjeya berhemanînê heta wê astê zêde dikin ku têre gaz, elektrîk û pîşesaziya Herêma Kurdistanê bike û ya zêde jî bo Iraq û welatên cîran bê firotin.

Pispor dibêjin ger berhemanîna rojane ya gaza Herêma Kurdistanê derkeve wê astê dê Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bin bandora gaz û elektrîka Îranê xilas bibin û Herêma Kurdistanê dikare gazê bifroşe bajarên Iraqê û welatên cîran.

Pisporê Peymangeha Washingtonê Bîlal Wehab got: “Ev rêkeftin dê ji aliyê aborî, siyasî û jeopolîtîk ve bandoreke erênî li Herêma Kurdistanê bike. Ev 250 milyon dolar bo kompanyayeke li Herêma Kurdistanê kar dike. Pêwîstî bi 650 milyon dolaran heye, DFC 250 milyon dolar wek deyn daye. Ev baweriyeke bo kompanyayê ye. Li Herêma Kurdistanê bi salane qeyrana aborî heye û deyndar e. Beşek ji deynên Herêma Kurdistanê bo ev kompanyayên neft û gazê ne. Ji bo pêşdebirina enerjiya Herêma Kurdistanê ev deynê ji derve girîng e. Ji aliyê din ve derbarê pirsgirêka elektrîkê de jî biryar heye heta Nîsana 2023 bi rêjeyek mezin ev pirsgirêk çareser bibe. Pêwîst e Herêma Kurdistanê çaverê û amadehiyan li wî tiştî bike elektrîk û gazê bifroşe bajarên Iraqê. Ev jî çavkaniyeke girîng e bo sektora aborî ya Herêma Kurdistanê. Ev xebera bo sektora aboriya Herêma Kurdistanê girîng e. Herwiha ev bawerî pê anîna sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê ye. Hinek kompanyayên wek Exxon ji ber pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê vekişiyabûn ku bawerî bi sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê kêm kiribû. Ev 250 milyon dolar ku ji aliyê dezgeheke ser bi hikûmeta Amerîkayê ve ye bo kompanyayeke li Herêma Kurdistanê kar dike hatiye dayîn bi giştî bawerî li sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê vedigerîne.”

Bîlal Wehab herwiha anî zimna: “Ev deyn di encama guftugoyên du salan de hatiye dayîn. Rêveberiya Amerîka naxwaze ku Iraq û Herêma Kurdistanê pişta xwe bi gaz û elektrîka Îranê ve girê bidin. Rêveberiya Trump dixwest zextê li ser Îranê bike û ji ber wê nedixwest Herêma Kurdistan û Iraq ji Îranê gaz û elektîrêkê bikirin.”

DFC saziyeke ser bi hikûmeta Amerîkayê ve ye ku bi kompanyayên enerjiyê re kar dike. Rasterast bi sektora taybet re kar dike. DFC bi rêjeyeke sûda kêm kredî û deynên bilind dide kompanyayên taybet.

Dana Gas ku kompaniyeke Îmaratê ye taybet bi enerjiyê ye, di sala 2005 an de hate avakirin, weke mezintirîn kompaniya gaza xwezayî ya Rojhilata Navîn tê dîtin.

Di sala 2007 de Herêma Kurdistanê û Kompanyaya Dana Gas rêkeftinek ji bo damezrandina bajêrê gazê li Kurdistanê îmze kirin û berhemanîna gazê li Herêma kurdistanê di sala 2008 de li kêlgeha Kormor dest pê kir.