Nirxê lîreyê Tirkiyê li hemberî dolar gihiştiye asteke nizim

09-09-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li nav bazaran bihayê her dolarekî hêdî hêdî ber bi 8 lîreyên Tirkiyê ve diçe
Li nav bazaran bihayê her dolarekî hêdî hêdî ber bi 8 lîreyên Tirkiyê ve diçe
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Bihayê dolarê Amerîkî li hember lîreyê  Tirkiyê bi şêweyekî lezûbez bilind bûye, jidestdana nirxê lîreyê Tirkiyê gihiştiye asteke wisa ku êdî hikumet û Banka Navendî ya wî welatî nikarin midaxale li rewşê bikin li nav bazaran bihayê her dolarekî hêdî hêdî ber bi 8 lîreyan ve diçe. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê û rayedarên din rojane daxuyaniyê di derbarê pirsên welatê xwe didin û her gotineke wan jî bandorê li ser hemû aboriyê û jiyana xelkî dike, li nav bazara pareyên biyanî dîsa nirxê dolarê Amerîkî bilind bûye û li gorî şarezayan jî sedema sereke jî aloziyên li gel Yûnanê û Yekîtiya Ewropayê  helwestên li dijî Tirkiyê ye.

Derbarê mijarê de Şarezayê bazara diravan û bazirganan Mehmet Yeneroglu got: “Geşedanên li Deryaya Spî, aloziyên bi Yûnanê re, helwesta Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî Fransayê bandorê li ser rewşa heyî dikin, li aliyê din hikumetê jî midaxaleyê nake û êdî dixwaze bazar bixwe rêkeberiya xwe bike.”

 Zedetîrî 10 roj in ku lîreyê Tirkiyê  rojana ji sedî 0.2 heta ji sedî 0.80 nirxê xwe li hember dolarê Amerîkî ji dest dide, ew jî dibe sedem ku li Tirkiyê bihayê her tiştî zêdetir bibe. Dovîzfiroş ji bo bilindbûna dolarê Amerîkî  korona û  rewşa siyasî weke sedemên sereke dibînin.

Diravfiroş Furkan Edemlî got: “Di serî de korona û geşedanên vê dawiyê bandora xwe dikin, rewşa aboriyê xirab e, di destê kesê de pare neman, geştiyar nayên, pare nayê, tiştê ku em îro difiroşin em sibê nikarin bikirin.”

Bilndbûna bihayê dolarê Amerîkî bi şêweyekî balkêş bûye sedem ku di nav bazarê de dolar ji aliyê hemwelatiyan ve  zêdetir bê kirîn ku pêştir jî  her dema bihayê dolar zêde dibû xelkî dolarê di destê xwe de difirotin.

Hemwelatî xanenişîn Ercan Karacaer jî got: “Min ji bo xwendina zarokê xwe pere lazim in. ez niha dolar distînim ji ber ku rewşa aborî xuyaye û dê dolar berdewam bilind be.”

Hemwelatî xanenişîn Fevzî Yilmaz jî wiha axivî: “Ya rastî serê min tevlîhev e. Ez li televîzyona temaşe dikim her yek tiştekî dibêje lê em dixwazin welatê me êdî ji vê rewşa xirab rizgar bibe.”

Yedega Banka Navendî ya Tirkiyê ji ber belav kirina dolarî li nav bazaran heta 45 milyar dolaran daketiye û deynên bankê ji destpêka salê heta meha 6,  ji 8.3 milyar dolaran bilind bûne û gihiştiye 19.6 milyar dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst