Çinîna fistiqan dest pê kir: ‘Îsal heqdestê me kêm e’

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê çinîna fistiqan dest pê kir û karker di vê germê de rojane 400 lîreyî werdigirin.

Li Bakurê Kurdistanê çinina fistiqên kesk ên ku ji bo şîranî û çîkolatayan tên bikaranîn dest pê kiriye.

Rojaneya karkeran 14 dolar e

Karker di bin germahiya 45 pileyî de ji sibehê heta êvarî fistiqan diçinin û rojane 400 lîreyî bi dest dixin ku dike 14 dolar.

Karker Fatma Taşkiranê got, “Em sibehê demjimêr şeş û nîvan tên vê derê û dest bi çinîna fistiqan dikin. Taştêya xwe dixwin û karê xwe dikin. Heqdestê me îsal kêm e. Hewa gelekî germ e, bila heqdestê me zêde bikin.”

Fistiqên kesk piştî çinîn û komkirinê dibin kargehan.

Fistiq, li kargehan ji qalikên xwe têne cudakirin û paşê jî di çêkirina peqleweyê de tên bikaranîn.

“Germahî tameke cuda dide fistiqan”

 Xwediyê Baxçeyê Fistiqan Abdurrahman Açikgoz jî got:

“Germahî zêde ye lê li cihê ku germahî heye tam jî gelekî cuda ye. Ev nava peqleweyê ye û zêrê kesk e ku tama xwe daye peqleweyê û bi saya wê Dîlok li cîhanê navdar bûye. Germahî tameke cuda dide fistiqan.”

Ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê û nêzîkî ji sedî 5ê wan jî bajarên Tirkiyeyê tên berhemanîn.

Fistiq hêrî zêde li Rihayê hene

Li Bakurê Kurdistanê fistiq bi rêjeya ji sedî 37,6an herî zêde li parêzgeha Rihayê tên berhemanîn.

Piştî Rihayê li Dîlokê ji sedî 31, li Sêrtê ji sedî 14,4, li Semsûrê ji sedî 3,1, li Kilîsê ji sedî 2,6, li Êlih û Mereşê jî ji sedî 1,2ê fistiqan tên berhemanîn.