Bihayê zêr her diçe giran dibe: Ciwan nikarin bizewicin

Stenbol (Rûdaw)  - Li Tirkiyê heyama havînê wekî heyama dawetan jî tê binavkirin û wekî her sal îsal jî bihayê zêr her diçe giran dibe.

Li gorî heyama par bihayê zêr derdora ji sedî 100 zêde bûye.

Li bazarên Stenbolê, grama zêr 2 hezar û 500 lireyî Tirkî, çaryek jî 4 hezar û 100 lireyî Tirkî derbas kiriye.

Xelk êdî di dawetan de li dewsa zêr pere bi bûk û zavayan ve dikin.

Ciwanên dizewicin jî ji ber mesrefên zêde û giranbûna zêr bi gilî   û gazinc in.

Ji ber bihayê zêde yê zêr, kelûpelên malê, mesrefên dawetê û kirêya xanî ciwanên berzewac dikevin tengasiyê û ji neçarî dikevin bin deynên giran.

Li gorî raporekê, sala 2024an maliyeta zewacê li gorî par ji sedî 69,4 zêde bûye.

Li gorî rapora IPAyê mesrefên hene, nîşan, zêr û betlaneya piştî dawetê ne tê de, mesrefa dawetekê normal gihiştiye derdora 600 hezar lîreyê Tirkî.

Ciwanê bi navê Yunus Dursun li ber zewacê ye û ji bo daweta xwe bike li gorî kevneşopiyan lazim e zêr bistîne.

Lê ji ber bihayê zêde yê zêr, amûrên malê, mesrefên dawetê û kirêya xanî ew wek bi mîlyonan ciwanan gelekî dikeve tengasiyê û ji neçarî dikeve bin deynên giran.

“Em ketin bin deynan”

Ciwanê berzewac Yunus Dursun got:

“Dema ez bihayê îsal û sala par didim berhev ez dibînim ku zêr ji sedî 100 giran bûye.

Lê ev pasaja zêrfiroşan ji ber ku bi komî difroşe hinekê ji min re erzanî çêkir.

Lê eger min zêrên xwe par bistanda min dê nîvê bihayê niha bidaya. Tabî dawet e, em gelekî ketin bin deyn û duyûnan.”

Bihayê zêr jî her diçe giran dibe

Pisporê Piyasayê û Zêrfiroş Reşat Yilmaz jî got:

“Ji ber havîn e dema dawetan e di piyasaya zêr de hereket heye.

Mesela derbxane gelek zêrên çaryek û nîv derb kir û xiste piyasê.

Bihayê zêr jî her diçe giran dibe. Lireyê Tirkî jî nirxê xwe jidest dide.”

Zêrfiroş Necmettin Kutluay jî da zanîn li sûkê danûstandin gelekî daketiye û wiha domand:

“Yanê ev yek ne normal e. Jixwe kesên dizewicin nikarin êdî zêr bistînin.

Ancax ew bi budçeya xwe dikarin ji xwe re amûrên malê bistînin.

Yanê ji ber bihabûnê dor nayê ser zêrstandinê.”

Rojane bi dehhezaran xelk û turîst diçin  Sûka Mezin a Stenbolê.

Di nav sûkê de bi sedan dikanên zêrfiroş û dowîzan heye.

Her çiqas pir qelebalix xuya bike jî esnaf didin zanîn ku di vê heyamê de kirîn û standina wan pir daketiye.

“Miletê me perîşan e”

Welatî M.Şerif Şakar jî got:

“Miletê me perîşan e. Jixwe ne xema zengînan e. Lê yên feqîr perîşan in, di nav feqiriyê de ne.

Gelek ciwan nazewcin. Ji ber çi, ji ber bihayê zêde yê zêr, kirê û mesrefên din.”

Li Tirkiyeyê her sal derdora 600 hezar dawet tên kirin.

Li gorî Ajansa Plandanîna Stenbolê IPAyê, di sala 2024an de li Stenbolê maliyeta zewacê li gorî sala par ji sedî 69,4 zêde bûye.

Li gorî rapora IPAyê mesrefên hene, nîşan, zêr û betlaneya piştî dawetê ne tê de, mesrefa dawetekê normal gihiştiye derdora 600 hezar lîreyê Tirkî.