Komeleya Berhemdêrên Goştê Sor: Malbateke 4 kesî sale tenê dikarin 28 kîlo goştê sor bixwin

09-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Herwlêr (Rûdaw) - Komeleya Yekîtiya Berhemdêr û Pîşesazên Goştê Sor (ETBIR) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê malbateke 4 kesî berî niha bi 5 salan, salane 56 kîlo goştê sor dixwar lê niha tenê 28 kîloyan bidestdixin.

Li gor amarên Komeleya Berhemdêrên Goştê Sor di nav 5 salan de ji sifreya welatiyan 28 kîlo goştê sor kêmbûye ku tê wateya ji %50î.

Serokê Komeleyê Ahmet Yucesan dibêje di sala 2017an de salane bo kesekî 14 kîlo goşt diker lê ev hejmar di sala 2022ê de daketiye7 kîloyan.

Yucesan dibêje di 6 mehên sala 2022ê de xerciyên berhemanînê ji %150 zêde bûne û bihayên berhemê di heman demê de ji %110 zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ev du mehên bihayên madeyan ên di selika enflasyonê de eşkere nake. Lê li gor amarên heyî bihayê kîlograma goştê golikan di Nîsana 2017an de 40 lîre û 73 qurûş bûye lê di Nîsana 2022ê de bo 111 lîre û 53 qurûş zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst