Li Tirkiye sotemenî careke din tê bihakirin

09-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku nirxê lîtreyeke benzînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sibe û şûnde lîreyek û 45 quruş bê zêdekirin.  Piştî vê bihabûnê lîtreya benzînê li benzînxaneyan digihe  27,79 lîreyên Tirkî.

Di demekê de ku bi bihakirinên dawî nirxê lîtreyeke motorînê gihiştiye derdora 28 lîreyên Tirkî, li gor zanyariyên sektora sotemeniyê tê pêşbînîkirin piştî motorînê nirxê benzînê jî lîreyek û 45 quruş bê zêdekirin.

Di 7 mehên derbasbûyî de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê sotemeniyê zêdeyî ji sedî 200 hatiye bihakirin û ji destpêka îsal ve jî nirxê motorînê zêdeyî ji sedî  285 hatiye zêdekirin. Şeva 7ê Hezîrana 2022ê motorîn lîreyek û 92 quruş hatibû bihakirin û piştî wê nirxê LPGê jî hatibû zêdekirin.

Tê pêşbînîkirin ku ji şeva Înê 10ê Hezîrana 2022ê û şûnde benzîn bi nirxê xwe yê nû ku dibe derdora  27,79 lîreyên Tirkî, li benzînxeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiye bê firotin.

Bi bihakirina herî dawî ya 2ê Hezîranê nirxê benzînê li Stenbolê gihiştibû 26 lîre û 23 quruş, li Enqerê gihiştibû 26 lîre û 5 quruş û li Îzmîrê jî bûbû 26 lîre û 34 quruş.

Sedema sereke ya necîgirya nirxê sotemeniyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî ye û ev yek bandoreke zêde li nirxê berhemên sotemeniyê dike. Bihabûna nirxê petrola xav li bazarên cîhanê jî yek ji sedemên din ên bihabûna sotemeniyê ye ku niha nirxê yek bermîl petrol gehiştiye derdora 124 dolaran. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst