Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bazarên fêkî û şînkahiyê hatin vekirin

09-05-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Qedexeya çûn û hatinê Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja Şemiyê bazarên firotina fêkî û şînkahî yên taxan hatin vekirin.

Piştî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê rê da vekirina wan bazaran di rojên 8 û 15ê Gulanê de, ji demjimêr 10ê sibehê heta 5ê êvarê, ev yek ji wan bazarên fêkî û şînkahî ye ku li taxeke Stenbolê hatiye vekirin.

Kiryar Ahmet Demircioglu dibêje: “Divabû sînordarkirin bê ragihandin, lê îro sînordarkirin li vî welatî ne sînordarkirineke seranserî ye. Kes nizane kî çi dike. Ne xuya ye kî kar dike û kî kar nake. Derbarê bazaran de ne tenê bikarber, divê fikir li veberhêneran jî bê kirin, di rewşa asayî de divê bazar her roj vekirî bin.”

Herçiqas ev bazar di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna Coronayê de piştî biryara qedexeya seranserî hatin girtin, ku ji 29ê Nîsana borî ve destpê kiribû û heta 17ê Gulanê berdewam dibe, lê beşeke zêde ya kiryar û firoşkaran ji biryarê nerazî ne û li gor wan divê rojane ev bazar vekirî bin.

Firoşkar Idris Taka jî got: “Di warê aborî de em bixwazin an na, bandor heye. Berê heftane 4-5 rojan me kar dikir, lê niha di 17 rojan de yek roj dikarin kar bikin. Ev bazar berê hewqasî qerebalix nedibû. Hemû bazarên Stenbolê xistine roja şemiyê?.”

Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê bo ji sedî 17.14 bilind bûye. Girtina van bazaran bandor li bihayê wan fêkî û şînkahiyan kiriye ku li marketan tên firotin. Hinek marketan ji ber vekirina van bazaran di roja Şemiyê de, bi rêjeya ji sedî 50 bihayê berhemên xwe kêm kirin.

Kiryar Hasan Fidan nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Sînordarkirinê bandoreke nerênî li rewşa aborî kiriye. Biha bi derbasbûna demê tên guhertin. Tu fam nakî çawa tê guhertin. Hêvîdar im rewş baştir bibe.”

Meha Nîsanê dema qedexeya seranserî bo nêzîkî 3 hefteyan li Tirkiyê hat ragihandin, rojane nêzîkî 60 hezar pêketiyên nû dihatin tomarkirin û roja 30 Nîsanê mirina herî zêde ya bi Coronayê hat tomarkirin. 394 pêketî di wê rojê de mirin.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, piştî ragihandina qedexeya seranserî rewş ber bi başbûnê ve çûye û rojane kêmî 20 hezar pêketiyên nû tên tomarkirin û mirina bi Coronayê jî daketiye jêr 300 kesî di rojekê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst