Tirkiye dê hinartina 54 berhemên ku diçin ji Îsraîlê re sînordar bike

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê biryar da ku ji 9ê Nîsanê (îro) pê ve hinek berhemên ku ji Îsraîlê re tên hinartin sînordar bike.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê bi sernavê "Sînordarkirina Îxracatê ya ji bo Îsraîlê" daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Tirkiyeyê biryar daye ku ji 9ê Nîsana 2024an pê ve hinek berhemên ku ji Îsraîlê re tên hinartin sînordar bike.

Daxuyaniyê da zanîn kuwezaret dê ji bo vê yekê hewcedariyên biryarê demildest bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav wan berheman de cureyên wekî hesinê avahîsaziyê, pola, mermer û seramîk jî hene.

Herwiha bi tevahî dê hinartina 54 cureyên berheman were sînordarkirin.

Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin, heta ku Îsraîl li Xezeyê demildest agirbestê ranegihîne û destûrê nede alîkariyên mirovî dê sînordarkirina diyarkirî berdewam bike.