Rûsya û Siûdiyê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê rêkevtin

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda OPECê ya danûstandinên li gel welatên OPEC Plusê ragihand, Rûsya û Siûdiye nêzîk in li rêkevtina li ser kêmkirina berhemanîna petrolê bi rêjeya ji sedî 23. Herwiha piştî belavbûna daxuyaniyê, nirxê petrolê daket û niha bûye 31.86 dolar bo her bermîlekê.

Şandên OPEC û OPEC Plusê, bi rêya vîdeokonferansê, kombûnek encam dan û ragihandin, Erebistana Siûdî û Rûsya, nêzîk in bo bidawîanîna nakokiyên heyî û bi rêya egera rêkevtinê jî mehên Gulan û Hezîranê, bi rêjeya ji sedî 23 berhemanîna petrolê kêm dikin ku ev jî dike zêdetirî 10 milyon bermîl petrolê di rojekê de.

Siûdiyê jî ragihandiye, ew dê pabend bin bi kêmkirina berhemanîna petrolê heta sala 2022. Lêbelê kêmkirina berhemanînê, petrola Îran, Lîbya û Venezuelayê li xwe nagire.

Mihemed Barkîndo, Sekreterê Giştî yê OPECê, ragihand vîrusa koronayê ku li seranserê cîhanê belav bûye, karîgeriyeke mezin li ser bazara petrolê kiriye.

Hevdem îro pêncşemê, nirxê bermîlek petrolê bo 35 dolaran bilind bûbû, lêbelê piştî daxuyaniya derbarê rêkevtina Rûsya û Siûdiyê de, nirxê bermîlek petrolê daket bo 31.86 dolaran.