Xorak li cîhanê erzan dibe lê li Tirkiyeyê ji sedî 71 biha bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Rêxistina Çandinî û Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî Sibata 2024an bihayê xorakê li seranserî cîhanê ji sedî 10.5 daketiye.

Li Tirkiyeyê berovajî vê yekê bihayê xorakê ji sedî 71 zêde bûye.

Rêxistina Çandinî û Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku Sibata 2024an bihayê xorakê li seranserî cîhanê li gorî Kanûna Paşîna heman salê bi rêjeya ji sedî 10,5 daketiye.

Li gorî amaran li seranserî cîhanê Endeksa Bihayê Xorakê Sibata îsal li gorî meha Kanûna Paşînê ji sedî 0,7 kêm bûye û daketiya 117,3 puanan.

Herwiha bihayê xorakê di asta salane de jî ji sedî 10,5 kêm bûye.

Li Tirkiyeyê berovajî vê yekê meha Sibatê Endeksa Bihayê Xorakê berhemên bialkol ne di nav de ji sedî 8,44 û di asta salane de jî ji sedî 71,03 zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihandibû ku enflasyona meha Sibatê ji sedî 4,53 û ya salane jî ji sedî 67,07 e.

Li gorî saziya ENAGê ya serbixwe enflasyona Sibatê ji sedî 4,32 û ya salane jî ji sedî  121,98 e.