Ji ber şer bi hezaran esnaf ber bi îflasê ve diçin

Stenbol (Rûdaw) - Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bandora xwe ya li bazara Tirkiye girantir dike. Bihayê kelûpelên ku ji herdû welatan tê du qat zêde bûye, û ew encam her ku diçe girantir dibe. Mezintirîn bazara ku bo Ûkrayna û Rûsya kar dike Lalelî ye. Sektora tekstîl, çêrm û pêlavan ku bênavber bo herdû welatan hinarde dike, ji sedî 80 daketiye. Bi hezaran esnaf kêlî bi kêlî ber bi îflasê ve diçin.

Olga ya Ûkraynî ew çend sal in li Lalelî ya Stenbolê xebatkar e. Herdû zarokên wê beriya du rojan tevî dapîra xwe ji şerê Ûkrayna reviyane û hatine cem wê. Ew dibêje ku şer him li welatê wan jiyana wan wêran kiriye û li Tirkiye jî bazara wan serobin kiriye. Ji ber ku bazirganiya Laleliyê ji sedî 80 li ser Rûsya û Ûkraynayê ye.

Welatiya Ukraynî Olga got “Ez ji bajarê Nîkolayî yê Ûkrayna hatim û li vir dixebitim. Niha li Ûkrayna teqînên mezin û şer heye. Zarokên min piştî zor û zehmetiyên giran karîn xwe bigihînin vir û rizgar bûn. Karên me yên li vir jî bi giştî li Laleliyê rawestiya ne ji ber ku bazara me ji sedî 80 li ser van herdû welatan e. Xwedê alîkariya herkesî bike.”

Li vê semtê hema bêje bi qasî Tirkî dengê Rûsî tê bihîstin. Her sal bi hezaran karsazên Ûkraynî, Rûsî û ên welatên din ên Kafkas û Asya Navîn berê xwe didin vê deverê. Li vir piraniya bazarê li ser pêwistiyên wan welatan kar dike. Li ser pirê dikanan digel tirkî nivîsên rusî hatine nivîsîn. Navenda bazirganên ji wan welatan kêlî bi kêlî berv bi zirareke gelekî mezin ve diçe.

Welatiyê Ukraynî Sergey Kasakyan dibêje “Niha ji ber şer rewş xirab e û xelk li bendê ye ku rewş baş bibe da em careke din karibin rabin ser xwe. Digel gelek welatên din jî me kar hebû lê rêya Rûsya girtî ye û karê min bixwe nêzikî 50 ji sedî ketiye.”

Welatiya Ukraynî Ayşe Tatarî diyar kir “Mixabin ji destpêka şer vir ve em bandoreke giran dibînin. Bazara Laleliyê bi temamî li ser herdû welatan e. Ji Qazaxistan û Kirgizistanê jî mişteriyên me hene lê ji ber ku rêya wan jî ser bi Rûsyayê re diçe ew jî nayên û kar bi temamî rawestiya. Firotinên me yên onlîne jî rawestiya ne.”

Li gor raporeke ku ji hêla parlementerê CHPê Erdogan Toprak ve hatiye amadekirin ji destpêka şer vir ve bi qasî 200 milyon dolar sîparîş hatine betalkirin. Bazirganiya bi herdû welatan re salane digihîje derdora 15 milyar dolar û rêjeya herî zêde ya geştiyaran jî dîsa ji van welatan tê. Niha ew qebareya dêwendam ku qut bûye, aboriya Tirkiye ku di nava qeyranê de ye dixe kêşe û arîşeyên mezintir.