Nirxê petrola xav daket bo 35 dolarî

09-03-2020
RÛDAW
Nîşan Petrol Brent OPEC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku welatên OPECê li hev nekirin li ser kêmkirina asta berhemanîna rojane ya petrolê, nirxê bermîlek petrola xav li bazarên cîhanê bo 35 dolarê Amerîkî daket.

Li gor dawîn amaran, roja Duşemê, 09.03.2020, nirxê yek bermîl petrola xav a Amerîkî bi 31 dolar û 77 sent mialeme li gel tê kirin û nirxê bermîlek petrola xav a Brent jî bi 35 dolar û 4 sent maimele li gel tê kirin.

Piştî 22ê Sibata 2016an, ev yekem car e nirxê petrola Brent li bazarên cîhanê bi vî awayî dadikeve ku bi rêjeyê ji sedî 21.1 li gor nirxê berê daketiye.

Ev daketina nirxê petrolê, piştî wê tê, roja Îniya derbasbûyî li Viyanayê, Rûsya razî nebû pêşniyaza Siûdiyê û endamên din ên OPECê pesend bike ku berhemhênerên petrolê li gel hev rojane milyonek û 500 hezar bermîl li bazarê kêmtir bikin ji bo rêgirtina li daketina nirxê petrolê.

Serîhildana vîrusa Koronayê û belavbûna wê bi awayekî bilez jî, karîgeriyeke xerap li ser çalakiyên aboriyê pêk aniye û daxwaza bo sotemeniyê kêm bûye û ev jî bûye sedema kêmbûna daxwaza bo petrola xav ku di encamê de nirxê wê gelek daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst