Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku hilberîna rojane ya petrolê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê gihiştiye 71 hezar varîl.
Alparslan Bayraktar got,”Bihayê petrola ku li Gabarê tê hilberandin jî salane 2 milyar dolar e.”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar di bernameyeke televîzoyonê ya Tirkiyeyê de li ser petrola Çiyayê Gabarê yê Şirnexê de axivî.
Bayraktar ragihand petrola ku ji Çiyayê Gabarê tê derxistin li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê petrola herî bi kalîte ye.
“Petrola Gabarê gelekî bi kalîte ye”
Bayraktar amaje bi bihayê petrola Gebarê jî kir û wiha got:
“Petrola xav wekî xwe nayê bikaranîn. Piştî ku li parzûngehan hat parzûnkirin tê bikaranîn.
Dema ev kar tê kirin petrola Gabarê asantir tê parzûnkirin. Di standartên cîhanî de jî petroleke bi kalîte ye.
Bihayê petrola ku ji Gabarê tê hilberîn jî salane 2 milyar dolar e.”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê bibîrxist ku sala 2016an li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojane derdora 35 heta 36 hezar varîl petrol dihat hilberandin.
Bayraktar behsa rêjeya hilberandina petrolê jî kir û wiha got:
“Em li 75 bîrên li Gabarê 71 hezar varîl petrolê dihilberînin. Li bîrên mayî yên li Tirkiyeyê jî 40 heta 50 hezar varîl tên hilberandin.
Qadeke gelekî berhemdar e. Em kû dera Gabarê bikolin petrol jê derdikeve.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse