Lîreyê Sûrî her ku diçe nirxê xwe ji dest dide

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê, bihayê pereyên wî welatî ne cîgir e. Lîre her ku çû buhayê xwe wenda kir, berî şer her dolarekî Amerîkî bi 45 lîreyên Sûrî bû lê îro her dolarekî Amerîkî bi bêhtirî 6 hezar lîreyên Sûrî ye ku berî çend rojan her dolarek bi 7 hezar lîreyan bû.

Bi dirêjiya bêhtirî 11 salên krîza Sûriyê, bihayê pereyên wî welatî ne cîgir e li Rojavayê Kurdistanê, ku serederî li wê derê bi lîreya Sûrî û dolar e.

Aborînasê ji Rojavayê Kurdistanê Musellem Talas, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê rewşê dike û sedema wê vedigerîne necîgiriya saziya aborî ya Sûriyê.

Şarezayê Aborî Musellem Talas behsa sedema daketina nirxê lîreya kir û got, “Di van 10 salên dawî de lîreyê Sûrî dadiket, hinekî radiwestiya vedigeriya dîsa dadiket. Ev tê wateya lîreya Sûrî di her wisa biçe. Mesele girêdayî saziya aborî ya Sûriyê ve ye, dahata wê her ku diçe paş de diçe, piranî jî van her 2 salên dawî.”

Şarezayê abûrî, Musellem Talas ji Rûdawê re behsa bandora vê rewşê li ser çîna kêmderamet û ya hejar dike, çi li Sûriyê û çi jî li Rojavayê Kurdistanê ku dahata xelkê bi pereyên Sûrî ye û nirxên kelûpelan li gorî dolar in, bi cudabûneke mezin.

Şarezayê Aborî Musellem Talas anî ziman, “Piranî jiyana xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê xwedî dahatên sînordar in. Ji xwe kesên yekemîn qurbanê rewşên vî rengî ew in. Kesên ku dahata wan bi enflasyonê re bilind nabe. Yanî her dema lîreya Sûrî dadikeve, enflasyon diperçifîne, dema bilind bû jî kirînê diravê Sûrî kêmtir dibe, yanî ew kelûpelên ku dikaribûn bikirin her kêmtir dibin. Ev dihêle jiyana xelkê xirabtir bibe lê jiyana xelkê berê xirabtir e.”

Ev rewş bi awayekî ye ku, lîreya Sûrî li beramber dolarê Amerîkî, heta berî Adara 2011yan bi derdora 45 lîreyan bû, li beramber yek dolarê Amerîkî, îro gihiştiye 6 hezar lîreyan li beramber 1 dolarî, di demekê de ku berî çend rojan gihiştibû, 7 hezar lîreyan.