Buhayê kel û pelan li Amedê li gorî bajarên din buha ye

09-01-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li nava bazarê buhayê kel û pelan û bi taybetî jî xorekê zêde bûye
Li nava bazarê buhayê kel û pelan û bi taybetî jî xorekê zêde bûye
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Biha
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Li seranserê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya enflasyonê ji sedî 28 daket. Lê li bajarê Riha û Amedê ev rêje ji sedî 0.63 bilind bû. Buhayê kel û pelan li Amedê li gorî bajarên din gelek buha ye. Karsaz sedema vê yekê bi kêmbûna hilberînê ve girê didin lê xelkê Amedê esnaf û dikandaran tewanbar dike.

 

Li gorî Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê TUÎKê di meha 12an a sala 2018an de li seranserê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya enflasyonê ji sedî 28 kêm bû. Lê ev rêje li bajarê Amed û Ruihayê ji sedî 0.63 zêde bû.


Ev jî tê vê wateyê ku her cure kel û pel û buha bûne. Komeleyên karsazan vê yekê bi kêmbûna hilberînê ve girê didin.


Derbarê vê mijarê de Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziyê ya Amedê (DÎSÎAD) Burç Baysal ji Rûdawê re wiha got: “Ev rêje dide nîşandan ku rêjeya hilberînê li bajarê me Amedê kêm bûye. Dema hilberîn kêm dibe, bêkarî jî kêm dibe û pereyê germ ê nava bazarê jî kêm dibe. Dahata mirovan kêm dibe. Ji ber vê yekê kirîn û firotin jî kêm dibe. Îcar dikandar ji ber rêjeya kêm a firotina kel û pelan, buhayê kel û pelan zêde dikin. Sedema esasî ev e.


Li nava bazarê buhayê kel û pelan û bi taybetî jî xorekê zêde bûye. Karsazên ku ev kel û pel bi komî difiroşin dibêjin ew erzan didin lê dikandar buhayekî gelek zêdetir datînin ser van kel û pelan.


Dikandarê bi navê Recep Dakak jî got: “Bêwejdaniyeke mezin heye. Kel û pelek ku em bi 60 lîreyî difiroşin mixabin ew bi 75-80 û heta 90 lîreyî difiroşin. Lê divê xelk jî hişyar be. Ger 2-3 mehan van tiştên buha nestînin, xwediyê wan dê neçar bimînin ku buhayê wan ji sedî 50 daxin.”


Di nava bazarê yek ji sektora ku herî zêde buhayê qelemên wan zêde bûne jî xwarin û vexwarina bebek û zarokan e.


Gelek kes ji ber zêdebûna buhayan pêdiviyên xwe yên rojane yan kêm dike yan jî taloq dike. Hin kesên ku digel buhayê zêde jî neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên rojane bikirin, ji rewşê bi gazinc in.


Welatiyekî jî got: “ Kîloya savarê bûye 3 lîre û nîv, kîloya birincê bûye 7 lîre, kîloya goşt bûye 50 lîre. Em nikarin goşt bixwin.”


Welatî Suleyman Koyun jî anî ziman: “Kontrol tune ye, tiştekî tune ye. Ji ber vê yekê wisa dibe.”


Welatî Şînasî Artagus dibêje: “Esnafên Amedê esnafiyê nizanin. Hema dibêjin bila her tişt ji min re be. Wejdan û merhamet nemaye.”


Di nava 12 mehên bihurî de cara yekemîn e ku rêjeya enflasyonê li bajarê Amedê li gorî 79 bajaran zêdetir bûye. Niha tirs ev e ku hilberîn kêmtir bibe û buhayê kel û pelên li Amedê ji berê jî zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst