TÎM: Ji ber girtina deriyê Xabûrê, rêjeya hinartinê %57 kêm bûye!

09-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Serokê Meclisa Hinardekarên Tirkiyê (TÎM) Mehmet Bûyûkekşî ragihand, ji ber girtina deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl, rêjeya hinartina Tirkiyê bo Iraqê %57 kêm bûye.

Serokê TÎMê Mehmet Bûyûkekşî ji Rûdawê re axivî û got, girtina deriyê Xabûrê ziyanek mezin li bazirganiya Tirkiye û Iraqê daye û wiha anî ziman:

“Bazirganiya me û Iraqê, sala 2015ê li gorî sala 2014ê, pir paşde çû. Jibilî bandora kirîza navdewletî ya aboriyê, rêyên bazirganiya me bi Iraqê re zêde bi ewle nebûn ji ber wê jî me ziyanek mezin dît.”

Bûyûkekşî anî ziman ku girtina deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ji ber aloziyên Bakurê Kurdistanê ziyanek mezin li wan daye û got, Kanûna sala 2014ê hinartina Tirkiyê bo Iraqê, zêdetirî milyarek dolar bû lê Kanûna sala 2015ê ev rêje daket 464 milyon dolarî. Ev nîşan dide ku rêjeya hinartinê di meha Kanûnê de %57 kêm bûye.

Li gorî agahiyên Serokê TÎMê, di heyama wan rojên ku deriyê Xabûrê girtî bû de, bi qasî 118 milyon dolaran hinartin hat kirin ku ev jî nîşan dide rêjeya hinartin pir kêm bûye.

Serokê TÎMê her wiha ragihand ku rêjeya hinartina Tirkiyê bo Iraqê di sala 2014ê de 10.6 milyar dolar bû lê di sala 2015ê de bi qasî 8.3 milyar dolar kelûmlel ji Tirkiyê derbasî Iraqê bû ku ev jî nîşan dide rêjeya hinartin %21.8 kêm bûye.

Wî bazirganê Tirkiyê daxwaz kir ku her çi zûtir tevahiya asteng û aloziyên li pêşiya bazirganiya navbera Tirkiye û Iraqê bên rakirin û bazigranî mîna berê geş bibe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst