Deriyê Xabûr hat girtin, nirxa bilîtên balafirê firriya!

 

Stenbol (Rûdaw) – Ji ber girtina deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûr, bilîtên geştên asmanî yên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê %100 biha bûne. Derî vebû lê dîsa jî nirxa bilîtan daneketiye.

Ji ber şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk 23 rojan deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl, ê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de giritbû. Çend roj berê derî hat vekirin lê tenê bazirgan dikarin tê de bên û biçin, rêwî û otobûsên rêwiyan nikarin vê gavê tê re derbas bibin.

Ji ber vê rewşê, rêwiyên ku dixwazin bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê re derbasî aliyê Tirkiyê yan jî Başûr bibin, neçar dimînin bi balafirê sefer bikin lewma nirxa bilîtên geştên asmanî biha bûne.

Xwedanê şîrketa geştên asmanî li Stenbolê, Enes Başkesen li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ji ber girtina sînorê Iraq û Tirkiyê, gellek ziyan li me ket. Rêwiyan jî pir ziyan dîtin. Çimkî nirxa bilîtan pir biha bûye û 150 dolar hatiye ser.

Di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de 7 şîrketên geştên asmanî hene ku her roj geştên wan hene.