Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî: Encama rapirsiya mûçeyê kêmane 7 hezar û 845 lîre derket

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî ya Tirkiyê ragihand ku di rapirsiya mûçeyê kêmane de ku di nav grupên pîşeyî yên ne karker û karsaz de hatiye kirin, wek encam tê çeverêkirin mûçeyê kêmane li Tirkiyê 7 hezar û 845 lîre be.

Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî ya Tirkiyê, derbarê bazara mûçeyê kêmanede, roja Çarşemê 7ê Kanûna 2022ê, berî civîna yekemîn encama rapirsiya mûçeyê kêmane eşkere kir.

Li gor daxuyaniya wezareta navborî di encama rapirsiya wan de ji bo mûçeyê kêmane yê sala 2023ê tê çaverêkirin 7 hezar û 845 lîre be.

Herwiha Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane jî di çarçoveya diyarkirina mûçeyê kêmane yê sala nû civînek saz kir.

Civîn bi serokatiya Rêveberê Giştî yê Kar Sadettin Akyil hat kirin û li ser navê şanda karsazan Sekreterê Giştî yê TISK û li ser navê şanda karkeran jî Sekreterê Giştî yê TURK-IŞê Pevrul Kavlak beşdarî civînê bû. Civîn nêzîkî 2 demjimêran berdewam kir û bo ragihandinê girtî bû. Li gor agahiyan encamên rapirsiya wezaretê di civînê de hat parvekirin.

Komîsyonê ragihandiye ku dê civîna xwe ya duyemîn 14ê vê mehê saz bikin.

Gotûbêjên li ser mûçeyê kêmane di demekê de ne, Serokê Konfedarasyona Sendîkaya Karkeran a Tirkiyê ku saziyeke nêzîkê hikumetê ye, heftiya borî ragihandibû ku divê mûçeyê kêmane bo sala bê, ne di bin 7 hezar û 785 lîreyên Tirkî de be.