Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê Mehmet Kaya ragihand “mixabin, piştî referandûmê hê jî ew peywendiya siyasî û bazirganî ya tê xwestin di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de çênebûye”. Kaya, ev yek, weke xaleke nerênî di bazirganiya navbera herdû aliyan de binav kir û got jî: “Herêma Kurdistanê bo Amedê navendeke girîng a hinardekirinê ye.”
Serokê Odeya Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya dema beşdarî bûltena aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû got, heta niha peywendiyên siyasî û bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê negehiştine rewşa berî referandûmê. Kaya, ev wek xaleke nerênî di bazirganiya navbera herdû aliyan de binav kir.
Mehmet Kaya dibêje: “Mixabin, piştî referandûmê hê jî ew peywendiya siyasî û bazirganî ya tê xwestin di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de çênebûye. Îro eger em kêfxweşiya xwe li beramber bazirganiyeke heşt milyarî pêşan didin, lê em dibînin e vast ji 12-13 milyaran daketiye vê hejmarê. Eger em berê xwe bidin vê yekê fam dikin ku hê jî hinardeya me di di asta tê xwestin de ye.”
Kaya da zanîn ku hinardeya Amedê bi giştî ji sedî 60ê wê bo Herêma Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Herêma Kurdistanê bo Amedê navendeke girîng a hinardekirinê ye. Tenê hinardekirin jî nîne, gelek markeyên xwecihî yên Diyarbekirê li Kurdistanê şax û cihên wan ên kar hene, wate hevdem derfeta kar jî peyda dikin û kelûpelan jî difroşin. Beşeke wan a zêde hem cihê kar û hem jî kargehên wan li Kurdistanê hene, loma bazara Kurdistanê bo Diyarbekirê heta bibêjî girîng e.”
Di demekê de ku lîreyê Tirkî, rojane li beramberî diravên biyanî bihayê xwe ji dest dide, piraniya wan kelûpelên ku ji Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê û Iraqê dibin, hema bêje bi nirxê berê têne hesabkirin û tu erzaniyek li ser wan nîne. Mehmet Kaya sedema vê yekê jî diyar dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse