Li deriyê Îbrahîm Xelîl barhilgir ketine dorê

08-12-2021
Yûsif Mûsa
Nirxê veguhestina kelûpelan %60 hatiye zêdekirin
Nirxê veguhestina kelûpelan %60 hatiye zêdekirin
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Rawestana barhilgiran li Deriyê Îbrahîm Xelîl her berdewam e. Dem bi dem dora wan barhilgiran dirêj dibe û niha jî zêdetirî 400 barhilgir di dorê de ne.

Yek ji sedemên vê yekê jî zêdebûna nirxê veguhestinê ye. Sala derbasbûyî ji bo her tonekê 1600 dolar pare hatiye wergirtin û îsal bûye 2200 dolar.

Şofêrê barhilgirê Hesen Salih dibêje: “25 ton bar me aniye, me par bi 1600 heta 1800 dolaran dihatîn, lê Îsal kiriya me bo 2000 heta 2200 dolaran bilind bûye blind bûye.”

Li gorî amarên Encûmena Hinardekarên Tirkiyê, di 11 mehên derbasbûyî de bi qasî 8.7 milyar dolar kelûpel bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine hinardekirin. Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê jî bandoreke berçav li asta hinardeyê kiriye.

 Beşek bazirganên Bexda, Nasiriye û Necefê hatine Zaxo û kelûpealn bo bazarên Iraqê vediguhezin.

Bazirgan Hisên Lamî jî got: “Em ji vir digihînin Bexdayê, %80 ji kelûpelên Tirkiyê li giştî Iraq û Herêma Kurdistanê tê xwestin. Ev li gorî karê ku em têde dixebitin, em di anîna sebze û mêweyan de dixebitin. Niha em dikarin bêjin ku kelûpelên Tirkiyê di pileya yekemîn de ye, piştre kelûpelên Îranê û Sûriyê tên “

Bazirgan Xanim Mistefa jî got: “Niha ti pirsgirêk tune ne, hemû bendên kontrolê vekirî ne, berhemên çandiniyê ji Besra, Nasriyê, Dîwaniyê û Necefê bê pirsgirêk tên hinardekirin.”

Asta hinardeya Tirkiyê bo Rojhilata Naverast, gehiştye 24 milyar û 904 milyon dolaran, ku li gor par bi rêja 18,6 zêde bûye.

Nûnerê Jûra Bazirganî yê Zaxo Reşîd Betal jî got: “Perê wan gelek yê hate xwar, wî malî dikene dolar, ya duyemîn jî nêzîkî serê salê ye.”

Li gor Wezareta Bazirganya Tirkiyê rojane di navbera 1500 hata 1800 barhilgrên kelûpelên wî welatî, digîhine bazarên Herêma Kurdistan û Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst