OECD: Tirkiye di warê bihabûna xorakê de serkêş e

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Geşedan û Hevkariya Aborî (OECD) ragihand ku Tirkiye di warê bihakirina nirxê xorakê de serkêşiya welatên navçeyê dike.

Li gor rapora ku ji aliyê Rêxistina Geşedan û Hevkariya Aborî (OECD) ve hatiye belav kirin, li Tirkiyê di Îlona îsal de  bi rêjeya ji sedî 28.8 û di Cotmehê de jî bi rêjeya ji sedî  27.4 bihayê xorakê hatiye zêdekirin û bi vê rêjeyê jî Tirkiye li pêşiya hemû welatên navçeyê ye.

Li gor zanyariyan di bihakirina nirxên xorakê de piştî Tirkiyê di rêza duyem de bi rêjeyên 12.4 û 13.7 Kolombiya tê. Li Avusturalyayê jî ku di rêza sêyem de ye nirxê xorakê ji sedî 10.6 zêde bûye. Li Almanya nirxê xorakê di meha Îlonê de bi rêjeya ji sedî 4.8 û di Cotmehê de jî bi rêjeya ji sedî 4.6 zêde bûye.

Serokê Odeya Endezyaran a Îzmîrê Tevfik Turk li ser vê mijarê ji medyaya Tirkiyê re axivî û hişyarî da ku dê zêdebûna nirxê xorakê berdewam be û li ser sedemên bihabûna nirxê xorakê jî dibêje: “Ji gubre heta dermanan hemû tên hawirdekirin û nirxê wan ligel dolar zêde dibin.  Di lojîstikê de ji qutiyan heta mazotê di her warî de em bi derve ve girêdayî ne. Êdî berhemhêner nirxê rê û piran jî li nirxan zêde dikin, ji ber ev jî bûne xerciyeke zêde. Bi vî rengî berhemên xorakê qat bi qat zêde dibin û digihin sifreya me.”

Piştî ku di çend mehên dawî de lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî zêdeyî ji sedî 40 nirxê xwe ji dest da, ligel vê yekê nirxê xorakê û pêdiviyên sereke ên jiyanê jî di nav bazarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de zêde dibe. Xelkê wî welatî ji nirxan nerazîne û ji ber bihabûnê  dinalînin.

Li ser vê yekê partiyên opozîsyonê berdewam rexneyan li hikûmetê digirin û daxwaza hilbijartina pêşwext dikin, lê di serî de Recep Tayip Erdogan û hevpeymanê wî Devlet Bahçeli pêdagir in li ser wêya ku hilbijartin di dema xwe de sala 2023ê bên kirin.