Serokwezîrê Îraqê ji bo petrola Kurdistanê li rêyên nû digere

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo çareseriyek ji petrola Kurdistanê re were dîtin hinek lijne ava kirin.

Li gorî agahiyan, ev lijne dê li ser depokirina petrola Kurdistanê lêkolînan bikin.

Ev lijne herwiha dê li hinek rêyan bigerin ku çawa dikarin petrola Kurdistanê bifiroşin hinek welatên Rojhilata Navîn.

Endamê Lijneya Gaz û Petrolê yê Parlamentoya Îraqê Basim Xirêbawî da zanîn ku Mihemed Şiya Sûdanî ji bo petrola Kurdistanê li rêyên nû digere.

“Li alternatîvên nû digere”

Basim Xirêbawî li ser lijneyên ku hatine avakirin got, “Serokwezîr Sûdanî ji bo depokirina 450 hezar warîl petrola Kurdistanê û firotina wê li alternatîvên nû digere.”

Xirêbawî destnîşan kir Sûdanî li rêyên nû digere bê çawa dikarin petrola Kurdistanê bifiroşin hinek welatên Rojhilata Navîn ên wekî Urdin, Sûriye û Lubnanê.

Basim Xirêbawî da zanîn ku ew hewl didin da zerer negihe aboriya Îraqê.

Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê li ser serlêdana Îraqê di Adara 2023yan 1,5 milyar dolar ceza dabû Tirkiyeyê.

Piştî vê yekê hinartina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê rawestiyabû.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihandibû ku kêmasiyên Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê temam bûne û dê xet di demeke nêzîk de dest bi kar bike.