Bi hezaran zarok karkeriyê dikin û naçin dibistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî mehekê ye dibistan vebûne jî bi hezaran zarok hene ku naçin dibistanê.

Piraniya wan zarokan ji ber rewşa xirab a madî, neçar in ku biçin bixebitin. 

Beşek ji wan zarokan li nava zeviyan kar dikin û beşek jî li ser rêyan destfiroşiyê dikin.

2 milyon zarok neçûn dibistanê

Li gorî rapora Encûmena Ewlehiyê ya Kar a Tirkiyeyê, sala derbasbûyî zêdetirî 2 milyon zarok neçûbûn dibistanê.

Zêdeyî mehekê ye dibistan vebûne lê zarokên karkerên demsalî ji xwendinê dûr in.

Hinek zarokên karkerên demsalî yên ji bajarê Rihayê li zeviya pîvazan a li navçeya Şereflîkoçhîsara Enqereyê dixebitin.

"Dilê min bi malbata min dişewite"

Zaroka karkera demsalî Dîcleyê got, “Navê min Dîcle ye. Em ji Rihayê hatin û li vê derê pîvazan kom dikin. Dilê min bi malbata min dişewite.

Dema ez dê û bavên xwe dibînim xemgîn dibim û naxwazim di vê rewşê de bin. Ez 10 salî me û diçim pola 6an lê neçar im li vê derê bixebitim.”

Zarok karkeriya demsalî dikin

Şert û mercên zehmet ên debarê, zarokên Rihayî neçar kirine ku karkeriya demsalî bikin.

Hinek ji wan di 7 heta 8 saliya xwe de dest bi kar dikin.

Xewna beşek dê û bavan ew e ku zarokên wan jî wekî yên xelkê bixwînin û pîşeyeke wan hebe lê şerê jiyanê piraniya caran rê li ber wan xeyalan digire.

"Bila jiyaneke wan a cûda hebe"

Karkerekî demsalî got, “Eger ne ji ber vî karî be ez dê zarokên xwe bidim xwendin. Bila ew ne li nav zeviyan bin. Bavê min pale bû, babîrê min pale bû û ez jî pale me lê bila ew nebin. Bila jiyaneke wan a cûda hebe.”

Zarok tevî temenê xwe yê biçûk ji 6ê sibê heta êvarê kar dikin.

Malbatên wan li aliyekî ketine taya debarê û li aliyê din jî ji siberoja zarokên xwe nîgeran in.

Karkerekî din jî got, “Em wan bînin vê derê derdek e û neyînin derdek e. Em neyînin debar zehmet e lê dema me anîn jî ew zarok nexwîne û bi kêrî tiştekî nayê lê ev jî heye gelo yên ku dixwînin digihin armanca xwe?"

6 mehan bê navber dixebitin

Şeş meh in bê navber li nav zeviyan dixebitin. Bi yek roj karkirinê tenê 290 lîre bi destê wan dikeve ku bi gotina wan nake heqê kîloyek ça.

Karkerekî din jî wiha axivî:

"Biryar bû em di warê aborî de bifirin lê em di warê bihabûnan de firiyan. Aliyên hejar mirî ne. Niha vegerim Rihayê jî neçar im karekî din bikim. Niha debar gelekî zehmet bûye.

Tam 6 meh in em di nav zeviyan de ne û ez hesab dikim me me piraniya pereyên xwe xerc kirine."