Otomobîlên destê duyem erzan dibin

08-10-2023
Omer Sonmez
Bihayê otomobîlên destê duyem heta ji sedî 10 daketiye
Bihayê otomobîlên destê duyem heta ji sedî 10 daketiye
Nîşan Otomobîl Bazar Destê Duyem
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê di nava 2-3 salên dawî de li gel zêdebûna bihayê otomobîlên nû, bihayên otomobîlên destê duyem jî gelekî zêde bûn.

Heta hinek otomobîlên destê duyem ji otomobîlên nû bihatir in.

Lê li gorî galeriyên otomobîlan, di nava 2-3 mehên dawî de firotina otomobîlên destê duyem heta ji sedî 15 rawestiyaye.

Bihayê otomobîlên destê duyem jî heta ji sedî 10 daketiye.

Li gorî sektora otomobîlan, piştî plana Hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser kêmbûna dayîna krediyan, krediya otomobîlan kêm tê dayîn û ev yek jî dibe sedema kêm firotin û kirîna otomobîlan.

Ji ber enflasyon û bihayên zêde, welatî hewl didin berê xwe bidin otomobîlên erzan. 

Li gorî nûnerên sektorê, xelk herî zêde otomobîlên destê duyem ku bihayê wan di navbera 500 heta 700 hezar lireyê Tirkî de ye distîne.

Nizam Sak û birayê xwe li Stenbolê li restoranekê bi mûçeya herî kêm yanê 11 hezar û 400 lireyî dixebitin.

Her du birayan ji bo ji xwe re otomobîleke destê duyem bistînin, berê xwe da bazara otomobîlan a Ramîyê. 

Lê ji ber bihayên zêde ew nikarin otomobîleke li gorî dilê xwe bistînin.

“Bazar pir biha ye”

Karker Nizam Sak ji Rûdawê re got, “Bazar pir biha ye. Niha wesaîta me heye, em dixwazin bi hev biguherînin lê em dikarin 100 hezar lireyî bidin ser.

Em dê krediyê bikişînin lê rêjeya krediyan jî zafî zêde ye. Min wesayîta xwe 50-60 hezar lireyî standibû lê niha bihayê wê bûye 500-600 hezar lire.”

Firotina otomobîlên destê duyem rawestiyaye

Li gorî galeriyên otomobîlan, di nava 2-3 mehên dawî de firotina otomobîlên destê duyem heta ji sedî 15 rawestiyaye. Bihayê otomobîlên destê duyem jî heta ji sedî 10 daketiye.

Xwediyê galeriya otomobîlan Erdal Avşar jî got:

“Rewşa bazarê zafî baş nîne. Firotina otomobîlan kêm e. Sedem jî kredî pir bilind in. Ger wiha dewam bike dê gelek galerî top bavêjin.”

“Li her cihî otomobîl erzan e lê li Tirkiyeyê pir biha ye”

Xwediyê Galeriya Otomobîlan Munir Çelik diyar kir ku di nava 3-4 salên dawî de bihayê otomobîlan gelekî zêde bû û wiha pê de çû:

“Min tiştekî wiha ti carî nedît. Kredî pir bilind bûn. Li her cihî petrol erzan e lê mixabin li Tirkiyeyê pir biha ye.

Li her cihî otomobîl erzan e lê li Tirkiyeyê pir biha ye, çima biha ye? Divê êdî rayedarên me yên dewletê midaxele bikin.”

Ji ber ku hêza kirînê ya welatiyan gelekî daketiye, êdî ew piranî berê xwe didin otomobîlên bihayê wan di navbera 500 heta700 hezar lireyê Tirkî de ye.

Nedayîna krediya otomobîlan dibe sedema rawestandina bazarê

Nûnerên sektora otomobîlan, rawestandina firotina otomobîlên nû û yên destê duyem bi nedayîna krediya otomobîlan ve girê didin.

Malnişîn Huseyîn jî got, “Niha bihayê otomobîlan pir pir zêde ye. Yanê meriv heta bi van bihayan otomobîlan bistîne, ji xwe re daîre û erseyan bistîne çêtir e.”

Bankayên dewletê û yên taybet, krediya otomobîlan bi rêjeyên ji sedî 4,5 heta ji 6an didin mişteriyên xwe.

Lê piştî plana Hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser kêmbûna dayîna krediyan, krediya otomobîlan kêm tê dayîn.

Ev yek jî dibe sedema kêm firotin û kirîna otomobîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst