Stenbol (Rûdaw) – Bajarê Stenbolê ku wekî yek ji bedewtirîn bajarên cîhanê tê zanîn bi trafîk û heşermeşera çûnhatinê jî li cîhanê di rêza sereke de ye.
Li Stenbolê pirsgirêka trafîkê êdî bûye aloziyeke bêçareserî û trafîka li wî bajarî jiyanê li ajovanan tehl dike.
Bêderfetî û qeyrana heyî jî dike ku hejmareke zêde ya welatiyan di nava vî robarî de derfetên dabînkirina jiyanê ji xwe re peyda bikin.
Li ser cade û rêyên mezin, serê her gavekê kesên ku di destên wan de av, simît, amûrên mobîl û seyareyan an jî kulîlk û gelek corên xurekan hene tên dîtin.
Ev kes hewl didin xerciyên xwe yên rojane derxin da malbata xwe pê xwedî bikin.
Pirsgirêka herî mezin trafîk e
Li gorî raporên şirketên navîgasyonan, Stenbol li cîhanê di warê zêdehiya trafîkê de di rêza 5an de ye.
Li temamê Tirkiyeyê tu ji kê bipirsî bê ka pirsgirêka sereke ya Stenbolê çi ye, bersiv "trafîk" e.
Li gorî amaran, li Stenbolê derdora 5 milyon seyare hene.
Ew robarê seyareyan ji bo her kesekî xeter e û kêşeyeke mezin a jiyanê ye lê ew heşermeşera bêserûber ji bo hin kesan jî deriyê debar û dabînkirina jiyana rojane ye.
“Rast e xeter heye lê çi bikim mecbûr im”
Zarokê ji Amedê yê ku li pey pariyê nanê xwe digere Mert Atacan got:
“Weleh ez naçim dibistanê û 2-3 sal in ez têm vir. Rojane 700-800 lîreyî qezenc dikim. Rast e xeter heye lê çi bikim mecbûr im.
Ez Amedî me û karê min ev e. Zivistanê zehmet dibe û ez diçim karê tekstîlê. Eger kar nebû jî diçim welêt.”
Xalê Mistefa yê 65 salî ku xelkê Agiriyê ye yek ji wan kesan e ku serê sibehan radibe û berê xwe dide kar.
Kalemêrek li ser rêyên Stenbolê avê difiroşe
Lê kargeha wî ne bi derî pencere, ne jî bi rawest û rûniştin e. Kalemêrê ku zar û nevî nebûne para wî, ji bo ku debara xwe û xanima xwe bike li ser rêyên Stenbolê avê difiroşe.
Mistefa Çengî her roj nêzî 10 seatan di nava seyareyan de geh bi vî alî ve geh bi aliyê din ve diçe û tê da ku rizqê xwe yê rojane derxe.
“Rapora min heye lê ti heq jî nedan min”
Welatiyê ji Agiriyê Mistefa Çangî jî got, “10-12 sal in ez li Stenbolê me. Min gelek kar kirin lê niha vî karî dikim. Wekî din niha tu kar nîne.
Ez dema li eskeriyê bûm ez di binê seyareya leşkerî de mam û ji ber wê nikarim ti karî bikim.
Ti heq jî nedan min. Rapora min a ku ez nikarim kar bikim heye lê ti heq nedan. Ez ji neçarî vî karî dikim. Ger ew av bê firotin heqê nana me derdikeve lê ger neyê firotin em nikarin nanekî jî bistînin.”
Bi taybetî li ser rêyên mezin bi dehan kes di nava herka seyareyan de dipekin û bi firotina xurek û cûrbecûr tiştên din jiyana xwe derbas dikin.
Hinek ji wan salên dirêj ji jiyana xwe wiha di nava vî robarî de derbas dikin. Êdî ew jiyanên li ser rêyan bûne tiştekî normal û hejmara wan kesan jî zêde dibe.
Qeyrana aborî dike ku her roj hejmara van firoşkarên trafîkê zêdetir bibe
“Em jî guneh in keko”
Welatî Ercan Tok jî got, “Silav û rêz keko em kesên reben in. Ji bo nana xwe em têne ser van rêyan. Rojê 100-200 lîre dikeve destê me û em wê jî didin malê. Na weleh dewlet kar nade me ez nizanim jî çima nade.
Kar ji destê me tê lê nadin. Em carinan bi hezar lîreyî malzemeyan tînin û zabita tên ji destê me digirin û diçin. Em jî guneh in keko.”
Havînan li ber tav û dûkêla ku ji seyareyan direşe, zivistanan jî li ber berf û baran û seqemê karê wan her berdewam dike.
Tevî ku li gorî qanûnan qedexe ye kesek li ser rêyan raweste û xetereya lezûbeza seyareyan jî li ser wan heye, neçariya dabînkirina jiyanê û bêderfetî wan mecbûr dike ku li ser rêyan li pey gepa nanê xwe bigerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse