Çima veguhastina petrola Kurdistanê dest pê nake?

08-10-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Roja destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê hîn jî ne diyar e / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Roja destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê hîn jî ne diyar e / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Petrola Kurdistanê Tirkiye Îraq
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Derbarê ji nû ve destpêkirina pêvajoya veguhastina petrola Herêma Kurdistanê û Îraqê ya bi rêya Tirkiyeyê, di çend rojên borî de peyamên erênî hatin dayîn.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar diyar kir ku veguhastina petrola Herêma Kurdistanê û Îraqê dê demeke nêzîk dest pê bike.

Balyozê Îraqê yê li Tirkiyeyê Dr. Hişam Elawî jî da zanîn ku Îraq dixwaze ku kêşe were çareserkirin.

Lê tevî van daxuyaniyan pêvajoya hinardekirina petrolê dest pê nekiriye.

Li gorî hinek şirovekaran li Bexda hinek aliyên siyasî rêgiriyê li destpêkirina veguhestina petrolê dikin.

“Sedemên neşandina petrolê dîplomatîk in”

Serokê Navenda Stratejî û Politikayên Enerjiyê Oguzhan Akyener got:

“Pêvajo bi saya hewlên hevbeş ên çareseriyê di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdan a Îraqê de êdî ber bi qonaxa dawî ve diçe.

Herçend behsa kêşeyên teknîkî dihat kirin lê ya rastî sedemên diplomatîk bûne.

Lê em difikirin ku dê êdî di demeke nêzîk de pêvajo dest pê bike ji ber ku niha Tirkiyeyê hevkariyeke baş bi Rêveberiya Kurd a Îraqê û hikûmeta navendî ya Îraqê re heye.”

Mijara ji nû ve destpêkirina veguhastina petrola Herêma Kurdistan û Îraqê niha di rojeva Tirkiyeyê de ye.

“Di navbera Bexda û Hewlêrê de kêşeyên siyasî hene”

Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Bilgay Duman jî got:

“Ez bêdiliya Bexdayê ya di vê mijarê de gelekî bi wate û maqûl nabînim lê bê goman em dizanin ku hîn jî di navbera Bexda û Hewlêrê de pirsgirêkên siyasî her mane û lihevkirineke dawî jî tune.

Li aliyekî din, li Herêma Kurdistanê kêşeyên navxweyî yên siyasî hene.”

Li gorî amarên navendên lêkolînên enerjiyê, li cihanê rojane pêdîvî bi 100 milyon bermilên neftê heye.

Eger pêvajoya hinartinê dest pê bike dê rojane 500 hezar bermîlên neftê ji Herêma Kurdistan û Îraqê bigihin bazarên cihanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst