Ji Meletiyê zêdeyî 225 milyon dolaran mişmiş hatiye hinardekirin

08-10-2021
RÛDAW
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê Mişmiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ve, di 9 mehên destpêka sala 2021 de bi buhayê 225 milyon û 516 hezar dolaran mişmişên hişk bo derveyî welat hatine hinardekirin, û tenê di meha Îlonê de zêdeyî 10 hezar ton mişmiş bi buhayê zêdetir ji 42 milyon dolaran hatiye hinardekirin.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê, Remezan Ozcan ragihand, ku hinardeya mişmişên hişk di 9 mehên destpêka sala 2021ê li gor sala par 50 milyon dolar zêde bûye û gehiştiye 225 milyon û 516 hezar dolaran.

Remezan Ozcan diyar kir, di meha Îlonê de, bi buhayê 42 milyon û 259 hezar dolaran 10 hezar û 939 ton mişmişên hişk ji Meletiyê ve hatin hinardekirin.

Ozcan da xuyakirin, Hinardeya meha Îlonê li gor sala par 11 milyon û 514 hezar dolar zêde bû, ji ber ku di meha Îlona 2020ê de bi buhayê 30 milyon û 745 hezar dolaran mişmişên hişk hatibû hinardekirin.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Remezan Ozcan got: “Di asta cîhanî de herî zêde Meletî mişmişên hişk hinarde dike. Di navbera 1ê Çileyê û 30ê Îlonê de me bi buhayê 225 milyon û 516 hezar dolaran 63 hezar û 587 ton mişmişên hişk hinarde kirin. Hedefa me 100 hezar ton hinarde û 500 milyon dolar qezenc e.”

Meletî di asta cîhanî de berhemhênerê herî mezin ê mişmişan e û ji 17 milyon darên mişmişan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 8 milyon dar li Meletiyê ne.

Bajarê Meletî di rewşeke asayî de salane dikare ji 400 hezar tonî zêdetir berhem bîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst