Dolar bi 7.93 rekoreke nû li hember lîreyê Tirkiyê tomar kir

08-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Buhayê lîreyê Tirkiyê li hember dolarê Amerîkayê û diravên din ên biyanî îro jî berdewam bû li ser daketinê û rekoreke nû ya daketinê tomar kir. Ji demjimêr 13.15an ve buhayê her dolarekî Amerîkayê gihîşte 7.93 lîreyê tirkî.

Îro Pêncşemê di destpêkê vekirina bazaran de, her dolareke amerîkî beramberî 7.88 lîreyên tirkî bû, herwiha her euroyek jî bi 9.29 lîreyên tirkî bû, lê piştî çend demjimêran û di saetên nîvro de, nirxê dolar heta 7.93 lîreyê tirkî bilind bû û buharê her euroyekê jî gihîşt 9.33 lîreyên tirkî.

Ew yek di demekê de ye, ku duh berî daxistina bazaran, buharê her dolarkee amerîkî li bermaber lîreyê tirkî di navbera 7.85 û 7.88 lîreyê tirkî de bû.

Ji destpêka îsal ve heta niha lîreyê Tirkiyê li hember dolarê Amerîakyê %25 buhayê xwe ji dest daye.

Ji roja 6ê Tebaxa 2020an ve buhayê her dolareke Amerîkayê ji jor 7 lîreyên tirkî ve kirîn û firotin pê tê kirin.

Aborînas dibêjin, rewşa aboriya Tirkiyê xirab e û ji ber wê yekê û herwiha ji ber faktorên siyasî, lîreyê tirkî dê zêdetir buhayê xwe ji dest bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst