Bernamaya nû ya aboriyê di navbera desthilat û opozîsyonê de bû sedema nakokiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokayetiya Serokkomarê Tirkiyeyê di polîtîkaya xwe ya aborî de qonaxeke nû da destpêkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja çarşemê Bernameya Demnavîn a Aboriyê ya hikûmeta xwe ya ji bo salên 2024 û 2026an ragihand.

Serokkomarê Tirkiyeyê di demên borî de bi kêmkirina rêjeya faîzê Banka Navendî re bû.

Ew niha piştevaniya biryara tîma nû ya aboriyê ya hikûmeta xwe dike ku berovajî Erdogan bi zêdekirina rêjeya enflasyonê ye.

“Em dê cudahiya di navbera hinarde û hawirdeyê de kêm bikin”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Di dema cîbicîkirina vê plana aborî de bê guman em dest ji geşedana aborî bernadin.

Em bi awayekî tendurist û bi kalîteyeke bilind rêya zêdekirina veberanînê û hêsankariyên darayî yên veberanînê zêde dikin.

Di heman demê de bi rêya tundkrina polîtîkaya pereyan, em dê rêjeya enflasyonê heta reqemekê daxin û cudahiya di navbera hinarde û hawirdeyê de kêm bikin.”

Di bernameya nû ya aboriyê de, pêşbîniyên li ser enflasyonê hatine bilindkirin û geşeya aboriyê hatiye kêmkirin.

Berê pêşbîniyên geşeya aboriyê ya ji bo sala 2023yan ji sedî 5 û ji bo salên 2024 û 2025an jî ji sedî 5,5 bû.

Niha pêşbîniyên geşeya aboriyê ya ji bo 2024an ji sedî 4, 2025an ji sedî 4,5 û ji bo sala 2026an jî ji sedî 5 e.

Rêjeya enflasyonê niha nêzîkî ji sedî 60î ye

Rêjeya enflasyonê ya ku niha nêzîkî ji sedî 60î ye, di bernameya nû de tê pêşbînîkirin heta dawiya salê bigihêje ji sedî 65an.

Sala 2024an ji bo ji sedî 33, 2025an ji bo ji sedî 15,2 û di dawiya cîbîcîkirina vê plana aboriyê de ku sala 2026an e ji bo ji sedî 8,5an dadikeve.

Dolareke Amerîkî ya ku niha derdora 27 lîreyên Tirkî ye di bernameya demnavîn de tê pêşbînîkirin ku sala 2023yan bi 23.9 lîreyên Tirkî be û di sala 2024an de jî bigihêje 36,8 lîreyên Tirkî.

Opozîsyon rexneyan li bernameya nû ya aboriyê ya hikûmetê digire û di warê aboriyê de ji siberoja Tirkiyeyê dilgiran e.

“Hikûmet di nav bêçareyiyeke mezin de ye”

Sekretera Giştî ya CHPyê Neslîhan Hanciogluyê jî anî ziman:

“Bernameya Demnavîn a Aboriyê belgeyeke ku nîşan dide hikûmet di nav bêçareyiyeke çiqasî mezin de ye.

Bernameya hatiye ragihandin qebûl dike ku dê nirxê lîreyê Tirkî bi awayekî îstiqrar dakeve.

Dolar dê di 2024an bibe 37, di 2025an de bigihêje 44 û di sala 2026an de jî dibe 48 lîre. Ev tabloya ku derketiye holê gelekî xeternak e.”

Berî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên Tirkiyeyê yên 14ê Gulanê rêjeya faîzê ya bankaya navendî ji sedî 8,5 bû lê niha ji sedî 17,5 e.

Niha jî ku Erdogan çiraya kesk ji bo zêdekirina wê rêjeyê pêxistiye, tê pêşbînîkirin ku di sala 2024an de rêjeya faîzê ji bo ji sedî 40 heta ji sedî 45an bê zêdekirin.