Hewlêr (Rûdaw) - Li baajrê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê nirxê mirîşkan gelek giran bûye û mirîşk dest nakevin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, nirxê kîloyeke goştê mirîşkan 59 hezar 800 tûmene, lê li Kirmaşanê gihîştiye 85 hezar tûmenan. Ji bilî giranbûna 25 hezar û 200 tûmenî, qeyrana destketina mirîşkan jî rû daye.
Henek mirşkfiroşan ragihandine, giranbûna mirîşkan ji çavkaniyê ye û bi giranî dest wan ketine, lewra wan jî nirxeke girantir ji bazarê li ser danîye.
Welatiyên Kirmaşanê ji ajansên fermî yên hikûmetê re ragihandine, çend roj in ku mirîşk gelek bi zehmet dest dikevin, bi awayekê ku ji her 10 dukanan dukanekê mirşk hene.
Li cihê hene ku kîloya wan bi 85 hezar tûmenan e, di demekê de nirxê fermî ya mirîşkan bi 59 hezar û 800 tûmenan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse