Malnişîn ji mûçeyê xwe ne razî ne: ‘Dixwazin me bixeniqînin’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê malnişîn ji mûçeyê xwe ne razî ne û dibêjin, “Dixwazin me bixeniqînin lê em jî hewl didin nexeniqin.”

Enflasyona zêde pişt li malnişînan şikandiye û nikarin debara xwe bikin.

Hikûmeta Tirkiyeyê, mûçeyê herî kêm ê malnişînan ji 10 hezar lîre derxist 12 hezar û 500 lîreyî ku dike 375 dolar.

Malnişînan xelkê  Amedê jî doh ji bo mûçeyê xwe yê hatiye zêdekirin wergirin berê xwe da bankayan.

Lê dibêjin ji ber rewşa xirab û buhabûnê, herwiha rêjeya bilind a enflasyonê jî dê ew 2 hezar û 500 lîre ti guhertinekê di jiyana wan de çêneke.

Çalakvanê Meclîsa Malnişînê Eşref Bozkuş got:

"Ev 2 hezar û 500 lîre dê têra çi bike? Wekî ev 2 hezar û 500 lîre bi sedeqe dabin me.

Bi vê yekê hewl didin me bixeniqînin lê em jî ji bo ku nexeniqin hewl didin."

Li gorî amarên fermî enflasyona salane meha borî gihiştiye ji sedî 61,78.

Lê Grûba Lêkolînên Enfilasyonê ENAG ku saziyek serbixwe ye dibêje ew rêje ji sedî 100,8 e.

Heman mehê sînorê birçîbûnê yê malbeteke 4 kesî gihiştiye 19 hezar û 234 lîreyan.

Sînorê hejariyê jî xwe li 62 hezar û 652 lîreyan daye. 

Li vê çayxaneya Amedê malnişîn kûr kûr difikirin gelo dê bi vê tabloya aborî û 2 hezar û 500 lîreyên ku hikûmetê ji wan re zêde kirine êvarî çi bibin nav mal û zarokên xwe.

“Tiştek nayê guhertin”

Malnişînê li Amedê Mehmet Şah Yaman jî got:

“Gaza xwezayî biha kirin, elektrîk biha kirine. Her tişt biha kirine. Têrê nake.

Jixwe kirêya xanî 10 hezar lîre ne. Têrê nake û tiştekî din nîne ku ez bibêjim.

Tiştek nayê guhertin. Tu biçî bazarê ew pere yekser temam dibe."

Malnişîn Alî Ozçelîk jî got:

"Em nizanin em çi li wî pereyî bikin. Em otomobîlê bistînin yan jî xanî. Eger ev yek bar e li ser wan, bila em vî pereyî careke din wek xêr li wan vegerînin.

Jixwe em salê carekê xêrê didin bila ji bo wan be."

Li gorî amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 16 milyon malnişîn hene.