Tirkiyeyê îsal bi qasî 2,5 milyar dolarî kelûpel hinardeyî Îmaratê kirine

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hinarde Tirkiye Îmarat Gewher
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinardeya Tirkiyeyê ya Îmaratê di 7 mehên despêkê yên îsal de 2,5 milyar dolar bûye, li gorî par heman demê ji sedî 30,9 zêde bûye. Hinardeya herî zêde jî gewher bûye.

Li gorî daneyên Meclisa Hinardekarên Tirkiyeyê, di navbera Tirkiye û Îmaratê de her ku diçe peywendiyên bazirganiyê bihêztir dibin.

Di heft mehên despêkê yên îsal de hinardeya Tirkiyê ya Îmaratê 2 milyar û 460 milyon dolar bûye.

Ev hinarde li gorî heft mehên despêkê yên 2022an ji sedî 30,9 zêde bûye.

Tirkiyeyê kelûpel herî zêde hinardeyî Almanya kirine

Di heman demê de kelûpelên hinardeyê yên Tirkiyeyê herî zêde çûne Almanyayê ku bihayê wan 10 milyar û 932 milyon dolar e.

Di rêza duyem de Amerîka tê. Hinardeya Tirkiyê ya Amerîkayê 6 milyar û 995 milyon dolar bûye.

Hinardeya Tirkiyeyê ya Îtalyayê 6 milyar û 607 milyon dolar, ya Brîtanyayê 6 milyar û 471 milyon dolar û ya Fransayê jî 5 milyar û 720 milyon dolar bûye.

Ji Tirkiyeyê tiştê ku herî zêde hinardeyî Îmaratê hatiye kirin jî gewher bûye.

Di 7 mehan de bi bihayê 971 milyon û 286 hezar dolaran hinardeya gewher çêbûye.

Li gorî par heman demê, hinardeya gewher ya ku çûye wî welatî ji sedî 76,5 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst