Balyozê Yekîtiya Ewropayê li gel bazirganên Bakurê Kurdistanê civiya

08-08-2020
RÛDAW
Balyozê Yekîtiya Ewropayê  dibêje Em dixwazin rewşa çandiniyê baş bikin
Balyozê Yekîtiya Ewropayê dibêje Em dixwazin rewşa çandiniyê baş bikin
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Amed Christian Berger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bajarên weke Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê xelk bi kerta çendiniyê ve mijûl e û ji bo piraniya xelkê wan navçeyan dahatekî serekî ye. Ji bo pêşdebirina aboriya navçeyê û xurtkirina bingehê çandiniyê li wan bajaran, bi taybetî jî li bajarê Amedê Balyozê Ewrûpayê yê li Tirkiyê û nûnertiya wê yekîtiyê, li gel Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Odeya Endazyar û Mîmaran, Rêveberiya Çandiniyê ya Amedê civiyan û gotûbêj li ser rewşa çandiniyê kirin.

Bakurê Kurdistanê dahata xwe ya sereke ji du kertan peyda dike. Yek ji wan kertan, kerta çandiniyê û ya din jî kerta ajeldariyê ye. Lê li bajarên weke Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê xelk bi kerta çendiniyê ve mijûl e û di wê sektorê de cîhekî girîng digrin.

Ji bo pêşdebirina aboriya navçeyê û xurtkirina bingehê çandiniyê li wan bajaran, bi taybetî jî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, Balyozê Ewrûpayê yê li Tirkiyê Christian Berger û nûnertiya wê yekîtiyê, li gel Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Odeya Endazyar û Mîmaran, Rêveberiya Çandiniyê ya Amedê civiyan û gotûbêj li ser rewşa çandiniyê kirin.

Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Tirkiyê Christian Berger diyar kir ku ji bo gotûbêjkirina rewşa çandiniyê ya navçeyê, Amed cihekî rast û girîng e û armanca wan jî ew e ku li gel rêxistin û hilberînerên navçeyê polîtîkayekî hevbeş ava bikin û pirsgirêkên heyî yên çandiniyê çareser bikin.

Li navçeyên Marmara, Rojhilat û Başûrê Rojhilat ku dikevin nava projeya çandiniyê ya Yekîtiya Ewropayê û dê piştgiriya wan bê kirin, piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe digre.

Ji bo bicîhkirina projeyên çandiniyê jî çendîn rêxistin û şaxên wan dê bêne avakirin. Armanca ji vê projeyê ew e ku hem curên berhemên çandiniyê bêne zêdekirin û li gel vê yekê jî derfetên kar li navçeyê zêdetir bibin.

Bakurê Kurdistanê hem di warê avê û hem jî berhemdariya axê de navçeyekî girîng e û salane bi rêjeyekî zêde ya berhemên çandiniyê ji bo bajarên din ên Tirkiyê û herwiha derveyî welat jî têne hinardekirin.

Tê pêşbînîkirin ku bi vê projeyê rêjeya hilberînê li bajarên Bakurê Kurdistanê zêdetir bibe û xelk jî bikare sûdekî zêde jê werbigre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst