Îlam – Genim li gorî par %20 kêm bûye

08-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Îlam (Rûdaw) – Li eyaleta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, hasila genim li gorî par %20 kêm bûye.

Berpirsê dan û dexl ê eyaleta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê Kamiran Silêmanpûr ji malpera mehrnewsê re got, îsal li Îlamê 150 hezar ton genim hatiye dirûtin û da zanîn, genimê îsal genimekî pir baş e.

Kamiran Silêmanpûr her wiha diyar kir ku ji wê hasila genim, 90 hezar ton ji bo eyaletê ye yê din jî dê were firotin.

Li gorî wî rayedarê Îlamê, îsal hasila genimê Îlamê li gorî par %20 kêm bûye, ji ber ku îsal baran û ava li eyaletê kêm e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst