Welatî ji bihayên bazarê ne razî ne

08-07-2024
RÛDAW
Welatî ji bihayên bazarê ne razî ne / Wêne: Ji dîmenan
Welatî ji bihayên bazarê ne razî ne / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Aborî Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rewşa darayî ya welatiyan ji ber enflasyona bilind, roj bi roj xirabtir dibe.

Êdî mûçeyê wan bi taybet mûçeyê xanenişînan têra debara rojane nake.

Her tişt girantir dibe û li bajarê Stenbolê ji ber giraniyê, jiyan gelekî zehmet bûye.

Rojeve sereke ya welatiyên bihayên zêde ne hêviya wan a başbûnê jî nemaye.

“Ev 30 sal in em tên xapandin”

Xanenîşîn Îsmet Kurtuluş got:

“Ez 10 hezar lîre mûçe werdigrim. Tu dizanî ez 77 salî me, ez dê çi bibêjim?

Tu dizanî ev tiştên min kirî ne bi 400 lîreyî ne. Eger nexwî nabe.

Bacan 35-40 lîre ye, bamye 120 lîre ye. Ez hîn çi biaxivim? Înşallah dê Tirkiye baş bibe.

Heta îro 30 sal in em xapandin. Misteheqî van mirovan e.”

Xanenîşîn Suleyman Durgut jî got:

“Ez ji sala 1965an ve dixebitim. Ev 50 sal in di kompanyayekê de dixebitim.

Em neçar in bixebitin. Eger tu nexebitî debar nabe.

Eger dahateke din nebe, ne pêkan e ku xanenîşîn debara xwe bike.

Hûn li nav bazarê ji 50 lîreyî kêmtir tiştekî dibînin? Qîmetê 50 lîreyî bûye 5 lîre.”

Fekî û sebze hîn jî erzan nebûne

Welatî dibêjin tevî ku demsala havînê ye jî bihayê sebze û fêkiyên havînê daneketiye

Welatiya bi navê Meliha Çalişkanê jî got:

“Xwedê hêsan bike, min nîv bi nîv 2 kîlo kirîn. Bihayê sebzeyan daneketine, dê xirabtir bibe.

Ev qas, ez dê vala biçim malê.”

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Hezîrana 2024an ji sedî 1,64 e û ya salane jî gihiştiye ji sedî 71,60an.

Lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) dibêje, rêjeya enflasyona meha Hezîranê ji sedî 4,27 û ya salane gihiştiye ji sedî 113,08an.

Wezîrê Xezîneyê yê Tirkiyeyê jî dibêje, dê piştî vê mehê enflasyon bilez dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst