Deynê welatiyan ê kartên krediyan zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw)  - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de deynê welatiyên ên kartên krediyan ji sedî 27,1 zêde bûye û gihiştiye trilyonek û 468 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 45 milyar dolar.

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, krîza aborî roj bi roj kûrtir dibe û deynê welatiyan ê bankeyan zêdetir dibe.

Îsal piraniya deynê welatiyan ê bankeyan ji ber bikaranîna kartên krediyê bûye.

Deynê welatiyan ê kartên krediyê ku serê salê trilyonek û 155 milyar lîre bû heta dawiya Hezîranê 313 milyar û 260 milyon lîre zêde bûye û gihiştiye trilyonek û 468 milyar lîreyan.

Di 6 mehên destpêkê de deynê welatiyan ê kartên krediyan ji sedî 27,1 zêde bûye.

Deynê welatiyên ê krediyên otomobîl, avahî û pêwîstiyan jî di 6 mehên destpêkê yên îsal de bi rêjeya ji sedî 14,4, 212 milyar û 634 milyar lîre zêde bûye û gihiştiye trilyonek û 726 milyar lîre.

Herwiha di 3 mehên destpêkê yên sala 2024an bikaranîna kartên krediyan ji sedî 122,2 zêde bûye û bi kartên krediyê 3 trilyon lîre hatine xerckirin.

Di 6 mehên destpêkê de jî ji sedî 99,1 zêde bûye û 3,6 trilyon lîre hatine xerckirin.