Îsal Mihabad 100 hezar ton genim berhem tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekê Saziya Çandiniyê ya Mihabadê ragihand, demsala dirûna (çinîna) genim li vî bajarî dest pê kiriye û ew pêşbînî dikin îsal 100 hezar ton genim li Mihabadê bihê berhemanîn.

 

Berpirsê Saziya Berhemên Giyayî yên Çandiniya Mihabadê, Ceifer Elîzade ragihand, îsal li 49 hezar hektar zeviyên çandiniyên yên vê navçeyê genim hatiye çandin ku 44 hezar û 400 hektarên wê dêm û 4 hezar û 700 hektar jî ber avî ne.

 

Ceifer Elîzade diyar kir, ew pêşbînî dikin ku îsal berhemanîna genim li sînorê qezaya Mihabadê li gor sala par derdora ji sedî 25 zêdetir bibe û tekez kir, li gor texmînên wan îsal dê 100 hezar ton genim li Mihabadê bihê berhemanîn.

 

Heman berpirsî da xuyakirin ku sala bihorî li 45 hezar hektar zeviyên çandiniyê yên Mihabadê genim hatibû çandin û bi giştî 78 hezar ton genim jê hatibû berhemanîn.

 

Qezaya Mihabadê dikeve başûrê parêzgeha Urmiyê û li 80 hezar hektar erdên wê çandinî tê kirin.