HEWLÊR - Salane çiqas kivark tê xwarin?

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê nêzîk de dê li Herêma Kurdistanê kargehekê mezin ê kivarkan bê vekirin. Tê gotin ku dê piştî vekirina vê kargehê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bo kirîna kivarkan nemîne.

 

Berpirsên Wezareta Çandiniyê yên Herêma Kurdistanê dibêjin, jiber daxwazek zêde ji bo kivarkan heye û hemwelatî gelek bikartînin, sal bi sal hejmara kargehên kivarkan jî zêde dibin.

 

Kivark, ji ber xwedan proteinek zêde ye, weke cîgirê goşt tê dîtin.Ji ber vê bilindbûna nirxê xurekiyê, li piraniya welatan giringiyek taybet didin çandina wê.

 

Ji ber daxwazek zêde, di pênc salên dawiyê de li Herêma Kurdistanê jî kargehên ji bo bixwedîkirina kivarkan hatine vekirin.

 

Hikûmet piştgiriya pirojeyan dike

 

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, berhemên sala borî (2015) ên kargehên kivarkan, hezar û 488 ton bûye. Ev yek jî nêzîkê ji sedî 40î pêwîstiyên navxwe pêşwazî dike. Tê gotin ku rojane 10 ton kivark li Herêma Kurdistanê tê mezaxtin.

 

Rêveberê Giştî yê Bax, Bostan û Daristanan Husên Heme Kerîm dibêje, ji bo pêşwazîkirina pêwîstiya Herêma Kurdistanê, ji sala 2007ê ve, kî projeyekê avakirina kargeha kivarkan aniye, wan jî piştgirî daye. Di encama vî karî de li Hewlêr û Silêmnaniyê çend kargehên kivarkan hatine damezrandin ku 3 kargeh ji wan, ên mezin in.

 

Heme Kerîm da zanîn ku niha li Hewlêrê amadekariya projeyekê mezin ê vekirina kargehekê tê kirin ku heger ev kargeh dest bi kar bike dê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bo hawirdekirina kivarkan nemîne.

 

Ji bo berhemanîna kivarkan pêwîstî bi germayek diyar û herwiha hewayekê taybet heye. Pileya germê 25 heta 27 pile be û rêjeya rûtûbetê jî ji sedî 85 be, di dirêjahiya sale de dikare kivark bê berhemanîn. Kivark di nava 35 rojan de çêdibe û 3 hefteyê carekê jî li ser koka xwe şîn dibe.

 

Dola Kivarkan her roj kivarkan amade dike

 

Kargeha Dola Kivarkan a li Hewlêrê, mezintirîn kargeha berhemanîna kivarkan a li Herêma Kurdistanê ye. Kargeh ji 14 holan pêk tê û rojane tonek 500 km kivark tê berhevkirin.

 

Berpirsê kargeha Dola Kivarkan Loqman Sabir Ehmed dibêje ku ev 5 sal in li vî kargehê her roj nêzîkê ton û nîvekê kivarkan berhev dikin û dişînin bazarên Hewlêrê.

 

Bi sedan cûrên kivarkan hene, lê kivarkên ku li Kurdistanê tên berhemanîn, cûrên dugmeyî û sedefî ne. Loqman Sabir dibêje xelkê Kurdistanê piranî kivarkên dugmeyî hez dikin, lewma jî ew jî van kivarkan berhemtînin.

 

Kargeha Dola Kivarkan li ser sîstema Holendî ji aliyê Desteya Veberhênanê ve hatiye avakirin û ji bo çêkirina vê kargehê jî 3.5 milyon dolar hatiye xerckirin. Piraniya pêwîstiyên kargehê li Kurdistanê hatiye dabînkirin, lewma jî kargeh di karê xwe de serkeftî bûye. 

 

Loqman Sabir dibêje:

 

“Piraniya pêwîstiyên kargehê li Kurdistanê tên dabînkirin. Em kompostên navxwe bikartînin. Salane piştî werzê dirûnê hezar ton pûşê ji deşta Hewlêrê kom dikin û li gel hindek madeyên din têkel dikin. Di nav vê pûşê de jî kivarkan xwedî dikin.”

 

Projeya berhemanîna kivarkan ji 3 beşan pêk tê. Beşek taybet yê berhemanîna tov û sporatên kivarkan e. Beşa duwem dabînkirina compost û pûş e ku bingeha geşekirina kivarkan e. Beşa sêyem jî berhemanîn û berhevkirina kivarkan e.

 

Kivarkên qaçax, pişta kivarkên xwemalî dişkîne

 

Kargeha kivarkan a Pênciwînê, salane 300 ton kivarkan dişîne bazarên Kurdistanê. Kargeha 8 holî, di sala 2012ê de li ser 5 donim erd hatiye avakirin.

 

Berpirsê kargehê Yusif Namiq dibêje, ji ber kivarkên ku ji Îranê bi qaçaxî tên, di Hezîrana 2014ê de wan biryar daye ku 2 holên xwe bigrin. Ew dibêje:

 

“Wezîrê Çandiniyê soz da me da ku pêşiya hawirdekirinê bigre û em jî bi nirxekê guncayî kivarkên xwe bixin bazarê. Lê ji ber anîna kivarkên qaçax ji Îranê, pirsgirêka zindîkirina bazarê heye. Heger wezaret sînorekê bo qaçaxçiyan nedane, dibe ku em bi yekcarî kargeha xwe bigrin. Ji ber ku em nikarin hevrikiya berhemên qaçax bikin.”

 

Li Hewlêrê kargehek mezin

 

Ji aliyê din ve li Hewlêrê jî şîrketa Şilêr ji ber daxwaziyên zêde, biryara mezinkirina kargeha xwe da. Tê hêvîkirin ku bi çalakbûna vê kargehê, pêwîstiya Herêma Kurdistanê ya hawirdekirina kivarkan nemîne.

 

Rêveberê Şîrketa Şilêr Bahadîn Ehmed diyar dike ku kargeha wan ji 7 holan pêk tê, lê ew dixwaqzin hejmara holên xwe bikin 21 ku her holek jî 20 metre dirêj be. Ehmed wiha dibêje:

 

“Emê bi sîstema Holendî kivarkan berhem bînin ku em bikarin bi vê kargehê pêwîstiyên Her3ema Kurdistanê û beşekê Iraqê jî dabîn bikin.

 

Ji bo parastina berhemên kargehan, Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê di sala 2014ê de hawridekirina kivarkan qedexe kir.  Lê sala 2015ê qedexe rabû, dewsa wê, ji sere her kîloyekê kivarkên hawirde hezar dinar bac hate danîn.

 

Rêveberê Giştî yê Bax, Bostan û Daristanan Husên Heme Kerîm dibêje wê îsal carek din hawirdekirina kivarkanb ji derve bê qedexekirin. Lê bi wê şertê ku dive kargehên li Kurdistanê, bihaya kivarkan zêde nekin.