Bazirganên Rojava gazinan ji daketina bihayê lîreyê Sûrî dikin

08-05-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûdawa Rojava Barzirgan Gazin Lîreyê Sûrî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Bazarên Rojavayê Kurdistanê pişta xwe bi sê rêyan girêdidin ji bo hawêrdekirina kelûpelan, Sêmalka bi Başûrê Kurdistanê, Minbic bi Tirkiyê, û Tebqa bi Şamê re, ev yek jî girêdayî rewşa siyasî û ewlekarî, li wan navçeyan, ji ber ku car car, û li gorî pêşhatan ew rê tên girtin.

 

Odeya bazirganiyê ya Rojavayê Kurdistanê dibêje, wê planeke taybet ya aborî daniye, heta pêdîviyên navxwe peyda nebin, nabe kelûpel ji Rojvayê Kurdistanê ji bo deverên din ên Sûriyê werin şandin.

 

Sizayên aborî yên Amerîkayê li ser Sûriyê bandoreke xirab li rewşa wî welatî dike û egera derbaskirina kelûpelan di riya Rojavayê Kurdistanê re dike rojev , lê ji ber heman sizayan rêveberiya xweser jî nikare bi serê xwe kelûpelên xwarinê yên ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin bigihîne navxweya Sûriyê.

 

Dikandar Ebdulhekîm Eyub diyar dike ku kelûpel ji Kurdistanê tên, du gumrik li ser hene, Îbrahîm Xelîl û Sêmalka lê ya di riya Minbicê de tên, yek gumrik e, kelûpelên Şamê jî gelekî buha bûye.

 

Herçende ji ber dorpêça aborî ya ku ji aliyê civaka navdewletî ve bi ser Şamê de hatiye sepandin, birina kelupelên hawirda qedexe ye, lê Odeya Bazirganiya Rojavayê Kurdistanê pilana wê derbarê wê yekê de heye ku kelûpel ji kargehên Rojavayê Kurdistanê bêne şandin û di wê demê de tevgera bazirganiyê li Rojava bihêz dibe.

 

Berdevka Beşa Lêkolînên Aborî Canda Esed ji Rûdawê re eşkere kir ku heya niha anîn û şandin çênebûye jiber ku tenê têra miletê Rojava dike, lê pirojeyên me hene, kargeh çêdibin, eger heye piştî ku xwesta xwecihî hat tijîkirin, êdî em bişînin bajarên din yên Sûriyê.

 

Ji Başûrê Kurdistanê ve di riya deriyê Sêmalka, ji Tirkiyê di riya mertala Ferat û bajarê Minbicê de , herwiha ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve û di riya bajarê tebqa, kel û pel derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, ku di haleta girtina yek ji van hersî deriyan de, herdu yên din aramiya bazara deverê diparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst