Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê Mihemed Hanûn diyar kir ku qebareya bazirganiyê ya salane ya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de gihiştiye 14 milyar û 891 hezar dolaran.
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê Mihemed Hanûn ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku di rojên pêş de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê biçe Tirkiyeyê.
“Ji bo serdana Erdogan amadehî tên kirin”
MihemedHanûn got, "Di heman demê de li Enqereyê amadehiyên serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Bexdayê jî tên kirin."
Bi gotina Hanûn ev serdan dê ji bo bi pêşxistina peywendiyên bazirganî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de girîng be.
Hanûn eşker kir ku qebareya bazirganiyê ya salane ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de gihiştiye 14 milyar û 891 hezar dolaran û her du alî armanc dikin ku vê rêjeyê zêdetir bikin.
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê her wiha bal kişand ser têkiliyên dîrokî û aborî yên her du welatan û got, "Em dixwazin ji tecrûbeyên Tirkiyeyê yên di sektorên cuda de sûd wergirin."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 22yê Nîsana 2024an serdana Îraqê kiribû û di navbera her du aliyan de 24 rêkeftin hatibûn îmzekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse