Beriya cejnê çêkirina peqlewaya Dîlokê du qatan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya Cejna Remezanê çêkirina peqlewaya Dîlokê du qatan zêde bû.

Peqlewaya Dîlokê wekî şîrîniya ewil a Bakurê Kurdistanê ji hêla îşareta erdnîgariyê ve ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye tescîlkirin.

Di Cejna Remezanê de gelek kes peqlewayê didin mêvanên xwe yên ku tên malê.

Hosteyên peqlewayê di nav 4-5 saetan de sêniyek peqlewa çêdikin ku beriya cejnê siparişên peqlewayê gelekî zêde bûn.

“Dema behsa peqlewayê tê kirin Dîlok tê bîra mirovan”

Levent Aktaşê peqlewayan difiroşe got ku dema behsa peqlewayê tê kirin Dîlok tê bîra mirovan.

Levent Aktaş da zanîn ku ew hewl didin siparişên mişteriyên xwe bigîhînin û wiha domand:

"Ji ber ku betlane 9 roj in welatî diçin betlaneyê û diyariyan bi xwe re dibin. Em ji Amerîkayê bigire heta Japonyayê ji gelek welatan re şîrîniyê dişînin.

Ji welatên Ereban em herî zêde ji Dubaiya re dişînin. Ji Tirkiyeyê jî herî zêde ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê siparîş tên."

“Beriya cejnê çêkirina rojane 65-70 ton zêde dibe”

Omer Faruk Çîftçî jî diyar kir ku ji bo ku beriya Cejnê Remezanê siparîş bigihêjin ji 100î zêdetir xebatkar dixebitin û got:

“Li Dîlokê rojane 30-35 ton peqlewa tê çêkirin lê di Cejna Remezanê de ev dora 65-70 tonî ne.

Em di 24 saetan de siparîşên cejnê digihînin nav welat. Herwiha di nav 48 saetan de jî em teslîmî navnîşanên li derveyî welat dikin."