Nirxê petrola Brent gihîşte 70.80 dolarî

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di dema vekirina bazarên borseyê de, nirxê petrolê asta xwe ya herî bilind di 6 mehan de tomar kir û her bermîleke petrola Brent bi 70 Dolar û 80 sentan hate firotin.

 

Îro Dûşemî di dema vekririna bazarên borseyê yên cîhanî de, nirxê petrolê bi qasî 46 sentan bilind bû û her bermîleke petrola Brent bi 70.80 dolarî kirîn û firotin pê hate kirin.

 

Di heyama 6 mehên dawî de, ev yekem car e, nirxê petrolê vê asta bilind tomar dike.

 

Nirxê her bermîleke petrola Brent di destpêka roja înê de 69.30 dolarî bû û piştre di nava heman rojê de gihîştibû asta 70.68 dolarî.

 

Herwiha îro danê sibê jî nirxê her bermêleke petrola Brentê bo 70.72 dolarî bilind û û piştre gihîşte 70.80 dolarî.

 

Li gorî datayên bazara asyayê, kêmkirina berhemanîna rêxisitna OPECê, berdewamiya kirîzên li Lîbya û Venzuelayê, herwiha sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê ji sedemên bilindbûna nirxê petrolê ne.

 

Nerxê petrolê îsal li beramber salên berê bi qasî %30 bilind bûye, ew jî li gorî rêkevtina welatên OPECê û hevpeymanîna wê rêxisitnê.