Hikûmeta Kurdistanê 100 milyon dolar dide belênderan

08-04-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Belênder Proje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Vê hefteyê qonaxa duyem a dayîna deynên belênderan dest pê dike. Hikûmetê vê carê 100 milyon dolar ji bo belênderan terxan kiriye. Belênder dê di nav mehekê de deynên xwe werbigrin, Wezareta Plandanînê jî diyar kiriye ku her belênderek dikare %20ê deynên xwe werbigre.

 

Rêverberê Giştî yê li Wezareta Plandanînê Zagros Fetah ji Rûdawê re ragihand: “Hikûmetê ji bo dayîna deynên belênderan pere dabîn kiriye ku deyndarê wan belênderan e û di dema qeyrana darayî de projeyên xwe temam kirine, lê hikûmet li şûna pereyên kaş, çekên ku di bankayê de ji bo wan pere tine dane.  Sala 2018an di qonaxa yekem de hikûmet bi qasî 100 milyon dolar dabû belênderan, qonaxa duyem jî amadekariyên wan temam bûne. Hinek karên îdareyî mane ku divê belênder biçin bankayên bazirganî û lîsteya deynên xwe bidin hikûmetê û ew jî ji bo hûrbîniyê bidin Wezareta Plandanînê.”

 

Zagros Fetah li ser dema dayîna deynan got: “Vê hefteyê dest bi dabeşkirina pere tê kirin û heta mehekê dê berdewam bibe. Ew jî bi heman şêwe qonaxa yekem bi qasî 100 milyon dolar e, her belênderek jî %20ê deyn dê werbigrin.”

 

Dayîna deynan dê bibe sedema wê yekê ku belênder cardin dest bi cîbicîkirina projeyên xwe bikin, eger projeyên wan jî bi wê neyê temamkirin, dikarin ber bi temambûnê bibin, niha jî belênderên Herêma Kurdistanê li 300 projeyan dest bi kar kirine.

 

Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê Mela Yasîn Mehmûd diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeyên veberhênan û pêşvebirinê de berê bi qasî 100 milyon dolar deynên xwe ji belênderan re dabû, biryar e di vê hefteyê de jî 100 milyon dolarên din bide.”

 

Ji ber qeyrana darayî, li Herêma Kurdistanê hejmara belênderan daketiye 500 kesan, tevî ku berî qeyrana darayî zêdetirî 1000 belênder li Herêma Kurdistanê hebûn.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo projeyên temamnekirî jî pere terxan kiriye. Zagros Fetah dibêje: “Projeyên li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê mane were cîbicîkirin û girêbest ji bo wan hatiye kirin, nêzîkî 2000 proje ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî milyarek û 500 milyon dînar ji bo wan projeyan terxan kiriye, li benda wan pereyan in ku hikûmeta Iraqê di budceyê de diyar kiriye.”

 

Li gor gotina Zagros Fetah, îsal dê bibe sala temambûna projeyên netemamkirî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst