VÎDEOGRAFÎK - Rêje û amarên beşdariya ‘Zêrê Nazik’ di warê aboriyê de

Hewlêr (Rûdaw) - Di aboriyê de çend tişt weke zêr tên binavkirin; av weke ‘zêrê şîn’, neft weke ‘zêrê reş’, sewze û fêkî weke ‘zêrê kesk’ û jin jî weke ‘zêrê nazik’ tên binavkirin.

Heta 95 salên dahatûyê jî yeksaniya regezî li cîhanê pêk nayê, wate ne em û ne nifşê bê, yeksaniya regezî bi çavên xwe nabînin. 257 sal pêwîst in bo ku yeksaniya regezî pêk bê di bazara kar de.

Li Herêma Kurdistanê ew jinên ku temenê wan di navbera 15 ta 24 saliyê de ne di warê aboriyê de beşdar in û rêjeya wan ji sedî 14 ye. Hevdem ji sedî 51ê jina di wî temenî de bêkar in.

Li ser asta Herêma Kurdistanê, ew jinên ku dikarin kar bikin û kar bi dest nakeve, rêjeya wan ji sedî 21 e. Herwiha li Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya jinan di kar de ji sedî 11 ye.