Şehristanî: Bexda û Hewlêr li ser hinartina petrolê li hev kirin

08-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarên enerjiyê de Husên Şehristanî, hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser hinartina petrola Kurdistanê bi rêya şîrketa iraqî ya SOMO re li hev kirine.

 

Husên Şehristanî, îro (08.03.2014) di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çawaniya hinartina petrolê li hev kirin û biryar hat dayîn petrola Kurdistanê bi rêya şîrketa iraqî ya SOMO were hinartin.

 

Şehristanî, rexne li parlamentoya Iraqê jî kir ku di pesendkirina bûdcê de xemsariyê dike û wiha got: “Ez şaş dimînin çawa parlamento dikare pesendkirina bûdceya welêt red bike, di demekî de endamên parlamentoyê ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û divê di xema pesendkirina bûdcê de bin.”

 

Alîkarê Malikî her wiha ragihand, helbet parlamento dikare qanûna bûdcê biguherîne û hinek beşên kêm yan zêde bike lê redkirina bûdcê dibe sedema astengkirina karên dewletê.

 

Ev cara yekê nîne Husên Şehristanî behsa rêkeftina digel Hewlêrê dike lê her car hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hebûna rêkeftinên bi vî awayî red kiriye.


Heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ti daxuyaniyek li ser gotinên Şehristanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst