'Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê mûçeyê kêmane derbas kiriye'

08-02-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Sînorê Birçîbûnê Mûçeyê Kêmane Kamu-Sen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Navenda Pêşxistin û Lêkolînê ya Sendîkaya Gelemperî ya Tirkiyê (Kamu-Sen) di meha Çile de sînorê birçîbûnê bo kesekî 587 (%15.60) lîreyên Tirkî zêde bûye û gihîştiye 4 hezar û 433 lîreyan. Bi vî awayî sînorê birçûbûnê mûçeyê kêmane ku 4 hezar û 253 lîre ye derbas kiriye.

Navenda Pêşxistin û Lêkolînê ya Sendîkaya Gelemperî ya Tirkiyê (Kamu-Sen) amarên debara kêmane yên Çileya 2022ê eşkere kirin û ragihand ku amar li gor amarên TUIKê hatine amade kirin. Li gor wan amaran di Çileya 2022ê de xerciya malbateke 4 kesî hezar û 525 (%14.71) lîre zêde bûye û gihîştiye 11 hezar û 898 lîreyên Tirkî. Sînorê hejariyê jî bo kesekî wek 5 hezar û 584 lîreyên Tirkî hatiye diyar kirin.

Sendîkaya Fermanbaran (Memur-Sen) jî sînorê birçîbûnê 3 hezar û 809 lîre û bo malbateke 4 kesî jî sînorê hejariyê wek 10 hezar û 939 lîreyên Tirkî diyar kiribû.

Herwiha hefteya borî Sendîkaya Turk-Îşê jî di raporta xwe de sînorê birçîbûnê wek 4 hezar û 250 lîre eşkere kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst