Li Kurdistanê projeyên veberhênan û avakirinê dest pê dikin

08-02-2019
RÛDAW
Şandina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê, dê alîkariyeke baş bike
Şandina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê, dê alîkariyeke baş bike
Nîşan Kurdistan Proje Veberhênan Avakirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî pesendkirina budceya sala 2019an a Iraqê ji aliyê parlemento û Serokomar û Encûmena Wezîran ve, tê çaverêkirin ku li Herêma Kurdistanê ev bibe sedema destpêkirina projeyên veberhênanê.

 

Şandina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê, dê alîkariyeke baş bike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare destkariya mûçeyên fermanberan bike û ji bo projeyên veberhênanê budce terxan bike.

 

Rêveberê Giştî yê li Wezareta Plandanîn a Herêma Kurdistanê Zagros Fetah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Em ji bo projeyên budceya veberhênanê dixebitin, ji bo vê mebestê jî projeyên me yên avê li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hene. Herwiha projeyên rê, tunel, elektrîk, sîlo û projeyên nûjenkirin û çêkirina çend dibistanan hene.”

 

Zagros Fetah herwiha diyar kir: “Di budceya 2019an a Iraqê de trilyonek û nîv milyon dînar ji bo projeyên veberhênanê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, ku hejmara wan 2 hezar û 500 proje ye.”

 

Ji vê jî zêdetir, amajeyên erênî hene ku rewşa aboriya Herêma Kurdistanê dê îsal baştir bibe, ev jî li gor:

 

- Diyarkirina 10 trîlyon û 844 milyar dînar weke pişka Herêma Kurdistanê

- Cîgirbûna bihayê petrolê li nêzîkî 60 dolar

- Berdewambûna karên kompaniyên petrolê

- Dayîna 200 milyon dolar deynên bankayên ehlî, ku di sala 2014an de hatibû deynkirin.

- Dayîna %20ê deynên mutahîtan, ku hikûmetê biryar daye bide

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di firotina petrola xwe de berdewam e û qebareya veberhênanên petrolê jî ji aliyê kompaniyên navdewletî zêde bûne. Ev jî tê wê wateyê ku dê dahateke zêdetir bikeve destê hikûmetê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst