Sê xalên gumrikî yên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê tên rakirin

Bexda (Rûdaw) – Bi biryara Desteya Giştî ya Gumrikên Iraqê, xalên gumrikî yên Fayde, Şêrawe û Leylanê tên rakirin. Desteyê daxwaz li hemû deriyên sînorî, tevî yên Herêma Kurdistanê jî kir ku pabendî biryaran bin.

 

Desteya Giştî ya Gumrikên Iraqê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Bi biryara Civata Wezîran baca gumrikan li tevaya xalên sînorî tê yekxistin û yekxistina pênaseya gumrikî li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên weke Perwîzxan, Başmax, Îbrahîm Xelîl, Hacî Omeran û balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê tê cîbicîkirin”.

 

Herwiha bi biryara Desteya Giştî ya Gumrikên Iraqê, xala gumrikî ya Fayde ya di navbera Duhok û Mûsilê de, xalên gumrikî yên Şêrawe û Leylanê li bakur û rojhilatê Kerkûkê jî, di (17-02-2019) de tên rakirin.

 

Desteya Giştî ya Gumrikên Iraqê herwiha tekezî li ser wê yekê jî dike, ku divê tevahiya deriyên sînorî yên Iraqê, tevî yên Herêma Kurdistanê jî, pabendî biryaran bin. Desteya Giştî yê Gumrikên Iraqê radigihîne: “Pêwîst e hemû deriyên sînorî yên li parêzgehan û Herêma Kurdistanê pabendî cîbicîkirina rêkevtinên Iraqê yên li gel welatan, ên derbarê efûkirinên gumrikî de bin”.

 

Hefteya bihorî Desteya Giştî yê Gumrikên Iraqê biryar dabû, ku her sê xalên gumrikî yên Fayde, Leylan û Şêrawe bêne rakirin, lê belê ew hêzên ku wan xalên gumrikî birêve dibin, pabendî biryara desteyê nebûn û heta niha jî berdewam in li ser wergirtina gumrikê ji wan barhilgirên ku ji Herêma Kurdistanê ve diçin bajarên Iraqê.

 

Di daxuyaniya xwe de, Desteya Giştî yê Gumrikên Iraqê daye xuyakirin: “Desteya Giştî ya Gumrikên Federalî û Gumrika Herêma Kurdistanê di roja yekşemiyê 17ê Sibata 2019an de biryarê cîbicî dikin, ku pêngaveke giring e ji bo rêxistina bazirganî û hawirde û hinardeyê”.

 

Biryara Desteya Giştî yê Gumrukên Iraqê wan xalan li xwe digire:

 

“1 - Yekxistina bacên gumrikî li tevahiya deriyên sînorî, tevî deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî, sînorên Perwîzxan, Başmax, Îbrahîm Xelîl, Hacî Omeran, Balafirên Hewlêr û Silêmaniyê.

 

2 - Piştgirêdan bi rêpêdana gumrikî ya hevbeş a bi herdu zimanên Kurdî û Erebî li gor yasaya gumrikê.

 

3 - Pabendbûna hemû deriyên sînorî yên parêzgehên Herêmê bi cîbicîkirina wan biryarên ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve, girêdayî parastina berhemên niştimanî û çandiniyê tên dayîn.

 

4 - Pabendbûna hemû deriyên sînorî yên parêzgehan û Herêma Kurdistanê bi cîbicîkirina beşa tyabet bi rêkevtinanmeyên navdewletî yên îmzekirî di navbera Komara Iraqê û welatên din de, bi taybet ya ku pêwendî bi bexşîna gumrukê heye.

 

5 - Hilweşandina biryara Civata Wezîran a jimare 186 a sala 2018ê ku taybet bi baca transên leketrîkê û vegera bo rêkarên pişpêgirêdayî li gor yasayê.

 

6 - Hilweşandina xalên gumrikî yên niha li Faude, Şêrawe li bakurê Kerkûkê û Leylan li rojhilatê Kerkûkê”.

 

Desteya Giştî yê Gumrukên Iraqê herwiha ragihand: “Derkirina biryarê ji bo alîkarîkirina sektora taybet e, bi rêya dabînkirina prensîpa dadperweriyê di aliyê sepandina bacan de û handana rikeberiyê di navbera kompanyayan de li ser bingeha kalîte û xizmetguzariyê. Hevdem biryar, kêmkirineke mezin li ser kelûpelên hawirde û rêjeya bacên gumrikî li ser kelûpelên hawirdekirî û piştgirêdana bi kelûpelên hawirde yên yekxistî, li xwe digre”.

 

Roja pênşemê 7ê Sibata 2019an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

 

Li gor daxuyaniya piştî civînê, herdu aliyan di vê hevdîtinê de amaje bi giringiya karkirina hevbeş bi rihekî hevkariyê di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirin.